Cegerxwîn di salvegera xwe ya 34`an de hate bibîranîn

Helbestvanê Kurd Cegerxwîn  ji hêla rewşenbîrên herêma Cizîrê, nivîskar, helbestvan û hezkiriyên xwe ve di salvegera 34‘an a wefata xwe de li ser gora wî hate bibîranîn.

22 cotmeh, 2018   12:21

QAMIŞLO

Îro salvegera 34'an a wefata helbestvanê Kurd Cegerxwîn e ku bi rêya helbestên xwe her tim yekitiya gelê Kurd dixwest.

Ji bo bîranîna salvegera wefata Cegerxwîn, îro bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo, rewşenbîr, helbestvam û hezkiriyên wî çûn ser gora wî ya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo.

Di serdanê de, hemû jinan cilên gelêrî li xwe kiribûn ku girêdana bi çanda xwe didin nîşandan. Her wiha gul li ser gorê danîn û mûm pê xistin. Kesên ku serdana gorê kir, got ku helbestvan Cegerxwîn ne tenê helbestvan bû, ew şoreşger û nûnerê gelê Kurd bû û da diyarkirin ku divê gelê Kurd her tim gotinên helbestvan Cegerxwîn bi bîr bîne.

Welîd Hesen Ebdularehman yek ji hezkiriyên helbesta Cegerxwîn e tevî ku çavên wî nabînin jî xwest beşdarî salvagera 34’an a koça Cegerxwîn bibe û wiha got: "Bi qasî heba genim em nikarin tiştê ku helbestvan Cegerxwîn kiriye heqê wê bidin, îro ez hatim vir da ku stranan bibêjim û helbestên wî bixwînim. Ger Cegerxwîn heta niha bijiya ji ber destkeftiyên ku di şoreşa Rojava de hatine bidestxistin, dê pir kêfxweş bibûya. Gotinên ku wî dikirin, ji bo rojeke wekî îro bûn.”

Her wiha rewşenbîr û nivîskaran tekez kir ku Cegerxwîn bi rêya helbestên xwe banga hevgirtina gelê Kurd dikir û wiha dewam kirin: “Em di pêvajoyeke dîrokî ya hesas re derbas dibin, lewre pêwîst e gelê Kurd ji têkçûnên şoreşên xwe yên berê sûdê wergire. Bi taybet pêwîst e di vê demê de, yekitiya xwe ava bikin û ev erk jî dikeve ser milê rewşenbîran da ku rola xwe ya ji bo yekitiya gelê Kurd bilîzin.”

Di heman demê de, rewşenbîran tekez kir ku wan bi erka xwe der barê şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê de ranebûn û diyar kir ku şoreş hîn didome û divê hemû rewşenbîr, nivîskar û helbestvan bi rola xwe rabin.

(jo)

ANHA