Gelê Qamişlo sersaxî ji malbata şehîdê Şerê Tunekirina Terorê re xwest

Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê sersaxî ji malbata şehîdê QSD'ê Sedam El-Mihemed re xwest.

Gelê Qamişlo sersaxî ji malbata şehîdê Şerê Tunekirina Terorê re xwest
Gelê Qamişlo sersaxî ji malbata şehîdê Şerê Tunekirina Terorê re xwest
Gelê Qamişlo sersaxî ji malbata şehîdê Şerê Tunekirina Terorê re xwest
Gelê Qamişlo sersaxî ji malbata şehîdê Şerê Tunekirina Terorê re xwest
Gelê Qamişlo sersaxî ji malbata şehîdê Şerê Tunekirina Terorê re xwest
22 cotmeh, 2018   11:59

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê yên Qamişlo, şervanên YPG û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da konê sersaxiyê yê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Sedam Mihemed (Azad Dêrik) ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbû û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê fermandarê QSD'ê Mihêdîn Xêrkî axivî û wiha got: "Em sersaxiyê ji malbata şehîd Sedam û hemû şehîdan re dixwezin, em ê li ser rêya şehîdan bimeşin û soza xwe li hemberî gel nû dikin ku em ê gelê xwe ji her cure êrîşan biparêzin."

Her wiha endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Seîdî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Silavek ji malbata şehîd re ku xwîna xwe ji bo welat da, bi saya lehengiya şehîdan me teror ji herêma xwe derxist, em ê bi hemû hêza parastina destkeftiyên ku şehîdan ji bo wê canê xwe feda kir, bikin."

Paşê wesîqeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.

(jo)

ANHA