Dagirkeriya Tirkiyê careke din gundên Kobanê kir hedef

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor gundên rojhilatê bajarê Kobanê kir hedef.

Dagirkeriya Tirkiyê careke din gundên Kobanê kir hedef
22 cotmeh, 2018   11:45

KOBANÊ

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku leşkerên artşa Tirk a dagirker îro bi çekên sivik û navîn gundên Kosik û Elîşar ên rojhilatê bajarê Kobanê kir hedef.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker malên sivîlan kirin hedef. Nehate zanîn bê ka qurbanî û birîndar hene ya na.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker hema bêje rojane gule li gundên Aşmê, Ziyara û Elîşar ên kantona Kobanê dibarîne.

ANHA