Kargeha qîrkirinê ya Minbicê ji nû ve hate vekirin

Komîteya Şaredariyan a Minbicê û Gundên Wê kargeha El-Useclî ya qîrkirinê ji nû ve aktîf kir.

Kargeha qîrkirinê ya Minbicê ji nû ve hate vekirin
Kargeha qîrkirinê ya Minbicê ji nû ve hate vekirin
Kargeha qîrkirinê ya Minbicê ji nû ve hate vekirin
Kargeha qîrkirinê ya Minbicê ji nû ve hate vekirin
Kargeha qîrkirinê ya Minbicê ji nû ve hate vekirin
Kargeha qîrkirinê ya Minbicê ji nû ve hate vekirin
Kargeha qîrkirinê ya Minbicê ji nû ve hate vekirin
Kargeha qîrkirinê ya Minbicê ji nû ve hate vekirin
Kargeha qîrkirinê ya Minbicê ji nû ve hate vekirin
21 cotmeh, 2018   11:39

ŞERÎF EL-EBO / MINBIC

Komîteya Şaredariyan a Minbicê û Gundên Wê kargeha El-Useclî ya qîrkirinê aktîf kir. Tenê kargehek li herêmê heye, ew jî li gundê El-Useclî ku li rojavayê bajarê Minbicê ye û 15 ku dûrî bajêr e. Ev pêngav ji ber nêzîkbûna demsala zivistanê pêk hat.

Xizmetguzeriya li bajarê Minbicê derbasî qonaxeke pêşketî bû û rê tên sererastkirin. Şaredariya Gel a Minbicê berê qîr ji kargeha nêzî pira Qereqûzaqê ku 35 km dûrî Minbicê ye, dianî.

Hefteyek e ku kargeha El-Useclî hatiye aktîfkirin. Komîteya Şaredariyan îtifaq bi xwediyê kargehê  re kiriye û madeya qîrê peyda kiriye. Berpirsên fenî yên kargehê diyar kirin ku di roja yekemîn de  261m3 qîr di 8 seatan de hate çêkirin.

Kargeh milkê taybet e, cara yekemîn di sala 1991’an de hate şixulandin û heta sala 2012’an dewam kir û ji ber ku madeyên sereke tune bûn, sekinîbû.

(jo)

ANHA