Odeya Bazirganî û Komîteya Çandiniyê semadê ji cotkar û bazirganan re peyda dike

Komîteya Bazirganiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi rêya madeyên sereke yên çandinê alîkariya cotkaran dike da ku zehmetiyên wan kêm bike.

Odeya Bazirganî û Komîteya Çandiniyê semadê ji cotkar û bazirganan re peyda dike
Odeya Bazirganî û Komîteya Çandiniyê semadê ji cotkar û bazirganan re peyda dike
Odeya Bazirganî û Komîteya Çandiniyê semadê ji cotkar û bazirganan re peyda dike
Odeya Bazirganî û Komîteya Çandiniyê semadê ji cotkar û bazirganan re peyda dike
Odeya Bazirganî û Komîteya Çandiniyê semadê ji cotkar û bazirganan re peyda dike
Odeya Bazirganî û Komîteya Çandiniyê semadê ji cotkar û bazirganan re peyda dike
21 cotmeh, 2018   11:42

REQA

Odeya Bazirganiyê bi rêya şîrketa pêşxistina civaka çandiniyê alîkariya cotkar û bazirganan dike da ku rewşa çandiniyê li herêmê baş bibe û zehmetiyên cotkaran kêm bike.

Di vê çarçoveyê de odeyê 16 erebeyên ku barê wan zibil bû, wergirtin û li Odeya Saziya Çandiniyê danî, her wiha wê semada yoriya jî bi buhayên ji sûkê kêmtir wergire.

Endamê Komîteya Bazirganiyê Ehmed El-Elî got bi rêya qeydkirina bazirganî alîkarya bazirganan dikin û bi rêya ruxsetên çandiniyê alîkariya cotkaran dike.

Elî diyar kir ku her tonek ji semad yoroya li sûka qaçax bi 250 hezar lîreyên Sûriyeyê û her tonek ji zibil bi  270 hezar lîreyan tê kirîn.  El-Elî destnîşan ji bo bazirganan her tonek semada fosfatî bi 231 hezar lîreyên Sûriyê û ji bo cotkar jî bi 229 hezar lîreyên Sûriyê ye, her wiha semada yoryo jî ji bo cotkaran 199 hezar e û ji bo bazirganan jî 204 hezar e.

El-Elî destnîşan kir ku Odeya Bazirganiyê semadê ji Reqayê re tîne û 9 embarên belavkirina wê li Reqa, gundewarên wê û hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê hene.

(bx)

ANHA