Alav li şaredariyên Hesekê hatin belavkirin

Desteya Şaredariyan li  kantona Hesekê alav li gelek şaredariyên bajar û navçeyên kantonê belav kirin.

Alav li şaredariyên Hesekê hatin belavkirin
Alav li şaredariyên Hesekê hatin belavkirin
Alav li şaredariyên Hesekê hatin belavkirin
Alav li şaredariyên Hesekê hatin belavkirin
21 cotmeh, 2018   11:20

HESEKÊ

Di çarçoveya pêşxistina xebatên xizmetguzariyê de û berdawama alîkariya bi şaredariyên gel ên kantona Hesekê re da ku karibin xizmeta welatiyan bi rêk û pêk bikin, Desteya Şaredariyan a kantona Cizîrê  hejmareke alav li şaredariyên bajêr û navçeyên Şedadê, Dirbêsiyê û Serêkaniyê yên Hesekê belav kirin.

Di belavkirina alavan de endam û hevserokên şaredariyên gel beşdar bûn. Alavên hatine belavkirin jî li gorî pêwîstiya şaredariyan bû.

ANHA