Gerîlayan li Bazîdê, Colemêrg û Başûr li artêşa dagirker dan

HPG'ê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li yekîneyeke veşartî û li Colemêrg û Başûrê Kurdistanê li artêşa dagirker dan .

Gerîlayan li Bazîdê, Colemêrg û Başûr li artêşa dagirker dan
21 cotmeh, 2018   11:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Artêşa TC a dagirker ev demeke li herêma navbera qereqolên Serêkanî û Gurbûlakê yên navçeya Bazîd a Agiriyê bi yekîneya veşartî kemînan datîne. Hêzên me ev demeke vê yekîneya veşartî dişopîne û di çarçoveya Pêngava Serkeftin a Şoreşgerî de 20'ê Cotmehê saet 20:30'î li yekîneyê dan. Ji cihekî nêz derb li yekîneya dijmin hate xistin û 2 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi wesayitên zirxî gule li derdorê reşand û leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi rêya ambûlansan ji herêmê rakir.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd agirî de roja 20'ê Cotmehê saet 07:20'an li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de li kozik û stargehên dijmin hate xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

Di çarçoveya pêngava şoreşgerî de hêzên me heman rojê saet 15'an li dijî leşkerên dijmin ên li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê çalakî pêk anîn. Derbên giran li çeperên dijmin hate xistin. Hejmara leşkerên birî û birîndar nehate zelalkirin."