Mewsima çandiniyê li Şedadê dest pê kir

Mewsima çandiniyê li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê di nav gelek astengiyan de dest pê kir. Ji aliyekî din ve ruxset ji zêdetirî 550 bîrên navçeyê hatine dayîn.

Mewsima çandiniyê li Şedadê dest pê kir
Mewsima çandiniyê li Şedadê dest pê kir
Mewsima çandiniyê li Şedadê dest pê kir
Mewsima çandiniyê li Şedadê dest pê kir
21 cotmeh, 2018   10:05

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Piştî ku mewsima çandiniyê ya navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ji ber kêmbarîna baranê di sala borî de gelek ziyan dît, cotkarên navçeya Şedadê amadekariyên mewsima çandiniyê yên sala nû dikin.

Li herêmê herî zêde genim û ceh tên çandin

Cotkarên gundewarên Şedadê teqez kir ku di nav gelek kêmasiyan de, mewsimê dest pê kiriye. Her wiha cotkaran bal kişand ku astengiya herî girîng rastî wan tê, nepeydabûna mazota pêwîst ji bo xebitandina jeneratoran e. Ji ber ku cotkar bêyî jenerator nikarin avê ji bîran derxin.

Cotkaran destnîşan kirin ku di encama serweriya ewlehî û aramiyê li herêmê, piştî qewirandina DAIŞ'ê, şênî zeviyên xwe diçînin.

Têkildarî mijarê hevserokê Saziya Avê ya Şedadê Fadil Ehmed ji ajansa me re axivî û diyar kir ku zêdetirî 15 hezar hektar zevî ku bi rêya bîran tên avdan, li navçeyê hene. Her wiha bi hezaran hektar zeviyên bejî li ser her du beravên Xabûr ên rojhilat û rojava hene.

Her wiha Ehmed diyar kir ku erka wan a sereke di dema niha de, dayîna ruxsetên bîran e. Heta niha ruxsetên zêdetirî 550 bîran dane. Di berdewama gotinên xwe de Ehmed destnîşan kir ku çemê Xabûr, demara sereke ya çandiniyê li bajarê Şedadê ye û wiha dewam kir:”Lê ji ber şerê ku li herêmê rû dane û girtina dewleta Tirk ji herikîna çem re, bû sedema daketina rêjeya avê li pişt bendava Hesekê. Vê jî bi xwe re pirsgirêk zêde kirin.”

Her wiha Ehemd bi lêv kir ku ji bo misogerkirina mewsimeke baş, bi Gerînendetiya Avê ya Hesekê re nîqaş kirine. Li ser wan nîqaşan ava bendavê dê 3 caran ji cotkaran re di mewsima çandiniyê de bê vekirin. Cara yekemîn 15'ê meha bê de dê av bê berdan.

Girêdayî mijara giliyên şêniyan li ser kêmbûna mazotê, Ehmed ev pirsgirêk vegerand berfirehiya erdnîgariya herêmê piştî rizgarkirinê.

Di dawiyê de hevserokê Saziya Avê Fadil Ehmed soz da ku pirsgirêkên cotkaran di zûtirîn demê de çareser bikin û sotemeniyê ji hejmareke mezin ji cotkaran re peyda bikin.

(şx)

ANHA