HPG`ê nasnameya şehîdên Xakurkê eşkere kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên ku di demê cuda de li Xakurkê şehîd bûn eşkere kir.

HPG`ê nasnameya şehîdên Xakurkê eşkere kirin
HPG`ê nasnameya şehîdên Xakurkê eşkere kirin
HPG`ê nasnameya şehîdên Xakurkê eşkere kirin
HPG`ê nasnameya şehîdên Xakurkê eşkere kirin
HPG`ê nasnameya şehîdên Xakurkê eşkere kirin
21 cotmeh, 2018   10:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya HPG'ê de hate ragihandin, ji ber îxbara 'ajan'ê bi navê Erol Tekîn, 13'ê Mijdara 2017'an û 28'ê Hezîrana 2018'an li Xakurkê 4 gerîla û milîsek şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Di daxuyaniya xwe ya 27'ê Îlonê de me ragihandibû ku ajanê bi navê Erol Tekîn ê li herêmên Şemzînan û Xakurkê bi dijmin re dixebitî û tiliya wî di şehadeta hevrêyên me de hebû, ji aliyê hêzên me ve hatiye cezakirin. Me beriya niha ji raya giştî re eşkere kiribû ku di 3 bûyerên cuda de ku vî şexsê kontra rê li ber vekiribû, 4 hevrêyên me û hevalekî me yê milîs şehîd bûne. Ji ber rêveçûna lêpirsîna van bûyeran, me nasnameya 4 hevrêyên xwe û hevalekî xwe yê milîs eşkere nekiribûn. Bi temambûna lêpirsînê re em van hevalên xwe bi bîr tînin.

Bûyera destpêkê roja 13'ê Mijdara 2017'an qewimî û di encamê de hevrêyê me Êrîş (Fehed Bozan) û hevalê me yê milîs Îmdat Derwêş ê ji gundê Bermize şehîd bûn.

Bûyera duyemîn jî 28'ê Hezîrana 2018'an li herêma Sîdekanê rû da. Di êrîşê de hevalên me Hamza (Ahmet Taşçi), Botan (Serkan Ozdemîr) û Rustem (Bariş Goren) şehîd bûn.

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûn:

*****

Nasnav: Êrîş Andok

Nav paşnav: Fehed Bozan

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Dayik-Bav: Îslîm-Îsmaîl

Dem û cihê şehadetê: 13'ê Mijdara 2017'an / Xakurkê

*****

Nasnav: Hamza Têkoşîn Baz

Nav paşnav: Ahmet Taşçi

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Elîf-Halît

Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2018'an / Xakurkê

*****  

Nasnav: Botan Avaşîn

Nav paşnav: Serkan Ozdemîr

Cihê jidayikbûnê: Mersîn

Dayik-Bav: Fîkriye-Hûrşît

Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2018'an / Xakurkê

*****

Nasnav: Rustem Cûdî

Nav paşnav: Bariş Goren

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Yildiz-Halîl

Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2018'an / Xakurkê

Em hemû hevrêyên xwe yên di her du bûyeran de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku heta serketinê em ê ala wan a azadiyê her bilind bikin. Em dibêjin; kî dibe bila bibe, yên ku tiliya xwe di şehadeta hevrêyên me de hebin wê bê ceza nemînin. Em careke din bang li gelê xwe dikin ku li dijî tovên xiyanetê yên ku hewl tê dayin bê reşandin, helwestê nîşan bide."