‘Şehîd Hogir ji bo me bû nîşana biratiya gelan’

Festîvala 4`emîn a Dîcle û Firat a Şehîd Hogir cara yekemîn li bajarê Kobanê hate lidarxistin û ji bo vê minasebetê ciwanên ku di festîvalê de amede bûn, kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin:” Şehîd Hogir ji bo me bû nîşana biratiya gelan.”

‘Şehîd Hogir ji bo me bû nîşana biratiya gelan’
‘Şehîd Hogir ji bo me bû nîşana biratiya gelan’
‘Şehîd Hogir ji bo me bû nîşana biratiya gelan’
21 cotmeh, 2018   09:32

STÊRA NEBÎ-ŞÎRÎN MIHÊDÎN / KOBANÎ

Ciwanên Kobanê yên ku di Festîvala Dicle û Firat a Şehîd Hogir de amede bûn, bi coş û kêfxweşiyeke mezin nêrîna xwe der barê festîvalê de anîn ziman.

Der barê mijarê de Endamê YCR`ê Ehmed Derwîş wiha got:"Her sal ev festîval li bajarê Qamişlo tê lidarxistin lê îsal festîval li bajarê Kobanê bi tevlêbûna hemû neteweyên Ereb, Tirkmen, Kurd û Suryan pêk tê û vê yekê hişt ku em pir kêfxweş bibin. Me dît hemû netewe tevî me bûne û her kes çanda xwe di vê festîvalê de pêşkêş dike."

Her wiha ciwana bi navê Ronahî Mihêdîn ku bi coş û kêfxweşî di festîvalê de amede bûbû wiha got: "Em wek ciwan îro dema ku me dît ev festîvala şehîd Hogir li Kobanê tê lidarxistin, em pir kêfxweş bûn û wek ciwan em ê bibin şopdarên şehîd Hogir û hêviya me ew e ku mîhrîcaneke wekî vê her sal li bajarê Kobanê bê lidarxistin."

Li aliyekî din jî ciwanê bi navê Mihemed Ehmed kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: "Ez sersaxiyê ji malbata şehîd Hogir re dixwazim. Dema ku me dît her netewe di nav me de ye û her kesî di vê festîvalê de çanda xwe derxist pêş û ji ber vê jî mirov dibîne ku ev festîval çandî ye û şehîd Hogir bû nîşana biratiya gelan."

ANHA