Hêvî û baweriya Efrîniyan ji bo vegera warê xwe her zindî ye

Gelê Efrînê yê ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar ma ku dev ji warê xwe berde, hêviya wan a vegera warê wan qut nabe û nivîsên hêviya vegera li Efrînê vê yekê nîşan didin.

Hêvî û baweriya Efrîniyan ji bo vegera warê xwe her zindî ye
Hêvî û baweriya Efrîniyan ji bo vegera warê xwe her zindî ye
Hêvî û baweriya Efrîniyan ji bo vegera warê xwe her zindî ye
Hêvî û baweriya Efrîniyan ji bo vegera warê xwe her zindî ye
Hêvî û baweriya Efrîniyan ji bo vegera warê xwe her zindî ye
Hêvî û baweriya Efrîniyan ji bo vegera warê xwe her zindî ye
Hêvî û baweriya Efrîniyan ji bo vegera warê xwe her zindî ye
Hêvî û baweriya Efrîniyan ji bo vegera warê xwe her zindî ye
Hêvî û baweriya Efrîniyan ji bo vegera warê xwe her zindî ye
21 cotmeh, 2018   09:25

CAFER CAFO / ŞEHBA

Bi sed hezaran şêniyên Efrînê ev 7 meh e ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku her tiştî dişewitînin û talan dikin, neçar man ku dev ji warên xwe berdin û xwe li kantona Şebayê bi cih bikin. Gelê Efrînê bi her awayî li Şehbayê li ber xwe dide. Dema ku mirov li kolanên gund, bajarok û bajarên kantona Şehbayê digere, nivîsên ku hêviya vegera li Efrînê li pêş çavên her kesî ne.

Gelê Efrînê navên ku wateya vegera li warê Berxwedana Serdemê Efrînê diyar dikin li dikanên xwe dikin.

Berxwedana gelê Efrînê bala hemû aliyên herêmî û cîhanî kişand. Her wiha gelê Efrînê yê ku di Efrînê mabû, ji ber zilm û zora dagirkeran berê xwe da kantona Şehbayê.

Mihemed Mihemed ji ber ku bawariya wî bi vegera li Efrînê heye, navê El-Ewda (Veger) li  xwaringeha xwe kiriye. Mihemed destnîşan kir ku ev 7 meh e ku kantona Şehbayê li ber xwe didin û got dê li Efrîna berxwedêr vegerin.

Reşîd Iço destnîşan kir ku wan xwe li kantona Şehbayê bi cih kiriye, jiyana xwe li wê derê bi rêxistin kiriye, ji xwe re dikanên bazirganiyê vekirine da ku pê debara jiyana xwe ya rojane bikin. Reşîd Iço teqez kir ku dê li Efrînê vegerin û dikanên xwe bi heman navî li warê zeytûnên vekin.

Mihemed Hebeş jî diyar kir ku ew li kantona Şehbayê gelek zehmetiyan dibînin, çavên wan her tim li rêya vegerê ye û wî jî navê Racîn (Em ê vegerin) li xwaringeha xwe kiriye, ji ber ku baweriya wî heye ku dê li warê xwe vegerin.

Luqman Reşîd bi zimanekî tund got artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê mal û milkên wan talan dikin. Reşîd diyar kir ku wî ji ber kiryar û hovîtiya dagirkeran berê xwe da kantona Şehbayê, xwe li wê derê bi cih kir û navê "Efrînê em ê vegerin" li dikana xwe kiriye.

(bx)

ANHA