Rûhanî navên 4 kesên ji bo 4 wezaretên vala bûyî diyar kir

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî navên 4 kesên ji bo 4 wezaretên vala bûyî diyar kir, pêşkêşî meclîsê kir.

Rûhanî navên 4 kesên ji bo 4 wezaretên vala bûyî diyar kir
21 cotmeh, 2018   09:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ji bo Wezareta Ekonomî û Maliyeyê Ferhad Dejpesend, ji bo Wezareta Kar Mûhammed Şerîatmedarî, ji bo Wezareta Ragihandin û Bajarvaniyê Mûhammed Îslamî, ji bo Wezareta Pîşesazî, Maden û Bazirganiyê Riza Rahmanî diyar kir. Ji bo dengê pêbaweriyê werbigirin, navên wan da meclîsê.

Wezîrê Kar Alî Rebîî 8'ê Tebaxê, Wezîrê Ekonomî û Maliyeyê Mesûd Kerbasiyan jî 26'ê Tebaxê di dengdanê de dengê pêbaweriyê ji meclîsê negirt û ji wezîfeyê hatin girtin.

Wezîrê Ragihandin û Bajarvaniyê Abbas Ahûndî 1'ê Îlonê, Wezîrê Pîşesazî, Maden û Bazirganiyê Mûhammed Şerîatmedarî jî 23'ê Îlonê îstifa kiribûn.