Binpêkirinên dagirkeran li Efrînê bê navber didomin

Ji zêdetirî 7 mehan ve dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe li Efrînê yên wekî kuştin, revandin û qutkirina daran didomîne. Roj bi roj kiryarên xwe yên hovane û nemirovî zêde dike.

Binpêkirinên dagirkeran li Efrînê bê navber didomin
21 cotmeh, 2018   08:16

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve zêdetirî 2 hezar û 350 sivîl revandine. Çarenûsa 835 sivîlan ne diyar e ku di nav de 139 jin hene. Her wiha dagirkeran zêdetirî 4 hezar û 500 darên zeytûnê desteser kirine.

Tê texmînkirin ku ji 7 mehan ve zêdetirî 9 hezar darên zeytûnê li seranserî kantona Efrînê hatine birîn. Her wiha ji bilî wêrankirina cihên dîrokî, dizîna bermahiyên dîrokî û firotina wan li derve, zêdetirî 5 hezar hektar daristan hatin şewitandin.

Hilkirina stûnên kehrebeyê û daran

Çavkaniyên herêmî ji bajarê Efrînê diyar dikin ku dagirkera Tirk û çeteyên wê stûnên kehrebeyê li ser rêyên di navbera her du navçeyên Mabata û Şiyê de hilkirine. Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku dagirkeran piştî ku stûnên kehrebeyê hilkirin, têlên kehrebeyê jî dizîn.

Her wiha heman çavkaniyan tekez kirin ku artêşa Tirk a dagirker da ku rêya ku digihînin Efrîn vekin, li gundên ser sînor li navçeyên Şiyê û Cindirêsê bi sedan darên zeytûnê hilkirin.

Şewitandina daran

Çavkaniyekî din ji ajansa me re ragihand ku çeteyên artêşa Tirk li çiyayê Qaziqlî yê navçeya Cindirêsê û girê taxa Mehmûdiyê yê bajarê Efrînê bi dehan darên zeytûnê û daristan şewitandine.

Her wiha tê destnîşankirin ku Goristana Şehîd Seydo di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de bi temamî hatiye wêrankirin.

Talankirina hilberîna zeytûnê

Artêşa Tirk û çeteyên wê talankirina hilberîna zeytûnê berdewam dikin. Li gorî rayedarê Desteya Çandiniyê ya Kantona Efrînê da zanîn ku dagirkeran bi qasî ji sedî 90 ji hilberînê desteser kiriye.

 Têkildarî vê mijarê çavkaniyekî ji ajansa me re teqez kir ku dagirker hilberîna zeytûnê li her du navçeyên Bilbil û Racoyê didizin û diyar kir ku çeteyên Asîfet El-Şemal, Ehrar El-Şerqiyê û El-Sultan Murad tevî malbatên xwe hilberînê talan dikin.

Ji aliyekî din ve çete bi zanabûn dihêlin hindek malbat hilberînê berhev bikin da ku bi raya giştî bidin bawerkirin ku ew zerarê li şêniyan nakin. Her wiha heman çavkanî teqez kir ku artêşa Tirk destûrê dide şêniyan da ku hilberînê bibin malê xwe. Lê bi êvaran diçin malan û li beramberî ku bihêlin şênî hilberînê berhev bikin, bacê li wan dibirin.

Çavkaniyê destnîşan kir ku li kargehên guvaştina zeytûnan, çete hilberîna zeyta şêniyan desteser dikin. Her wiha çeteyên Firqet El-Hemzat, bacan li şêniyan dibirin. Ji bo her tenekeyek zeyt hezar lîreyên Sûriyê dibin.

Revandin

Çeteyên El-Emşat beriya du rojan bi ser malên şêniyan de girt û welatiyê bi navê Semîr Mieratê ji gundê Koxrê yê navçeya Mabatayê revand.

Ji aliyekî din ve artêşa Tirk bi zanabûn navên dibistan û kolanên kantona Efrînê diguherîne. Her wiha artêşa Tirk wêneyên Erdogan û ala Tirkiyeyê di têketina navçeya Şiyê de û kolanên sereke û şaxî de daliqandine, ev yek jî bi armanca guhartina demografiya herêmê pêk tînin.

(şx)

ANHA