Di Festîvala Dicle-Firatê ya Şehîd Hogir de rengê jina Kobanî

Jinên Kobanê bi cil û bergên xwe û bi xwarinên xwe yên gelêrî rengek dane Festîvala 4`emîn a Dicle-Firatê ya Şehîd Hogir.

Di Festîvala Dicle-Firatê ya Şehîd Hogir de rengê jina Kobanî
Di Festîvala Dicle-Firatê ya Şehîd Hogir de rengê jina Kobanî
Di Festîvala Dicle-Firatê ya Şehîd Hogir de rengê jina Kobanî
Di Festîvala Dicle-Firatê ya Şehîd Hogir de rengê jina Kobanî
Di Festîvala Dicle-Firatê ya Şehîd Hogir de rengê jina Kobanî
Di Festîvala Dicle-Firatê ya Şehîd Hogir de rengê jina Kobanî
Di Festîvala Dicle-Firatê ya Şehîd Hogir de rengê jina Kobanî
Di Festîvala Dicle-Firatê ya Şehîd Hogir de rengê jina Kobanî
21 cotmeh, 2018   07:57

KOBANÊ

Duh li bajarê Kobanê yekemîn care ku 4`mîn Festîvala Çand û Hunerê ya Dîcle-Firat a Şehîd Hogir hate lidarxistin. Festîval bi beşdarbûna gelên herêma Firatê, Minbic, Reqa û Tebqayê hate organîzekirin. Her pêkhateyekê bi çanda xwe tevlê festîvalê bû û rengek da festîvalê.

Lê ya ku bala mirovan dikşand, rengê jina Kurd a Kobanî ku bi cil û bergehên xwe yên filoklorî bûn. Her wiha jinên Kobanê xwarinên Kobanê yên gelêrî wekî”çîkê sar, çîkê goşt, tirişka holikan, şilik, nanê tîrê û hwd di festîvalê de amade kirin û di festîvalê de pêşkêş kiribûn.

Dayîka Edûl Silêman ku xwarina gelêrî tirişka holikan amedekirbû got:"Em gelekî kêfxweş in bi vê gavê ku em jin bi cil û bergên xwe û bi xwarinên xwe yê gelêrî tevlî festîvalê bûn. Bi gavên bi vî rengî em ê çanda xwe ya resen zindî bihêlin.”

Her wiha Ceylan Şehîn ku şorba dew çêkiriye kêfxweşiya xwe anî ziman û got ev roj ji bo wan rojeke taybet e, ji ber ew bi çanda xwe ve girêdayî ne.

(şm-sn/kc)

ANHA