Şagirtên Eyn Îsa bi zimanê dayikê perwerdeya xwe dibînin

Xwendekarên navçeya Eyn Îsa ji bo materyalên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) kêfxweşiya xwe anîn ziman, ji ber ku van materyalan hişt ku ew fêrî zimanê xwe yê dayîkê bibin.

Şagirtên Eyn Îsa bi zimanê dayikê perwerdeya xwe dibînin
Şagirtên Eyn Îsa bi zimanê dayikê perwerdeya xwe dibînin
Şagirtên Eyn Îsa bi zimanê dayikê perwerdeya xwe dibînin
Şagirtên Eyn Îsa bi zimanê dayikê perwerdeya xwe dibînin
Şagirtên Eyn Îsa bi zimanê dayikê perwerdeya xwe dibînin
Şagirtên Eyn Îsa bi zimanê dayikê perwerdeya xwe dibînin
21 cotmeh, 2018   08:38

TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Piraniya pêkhateyên Sûriyê di dirêjahiya serdemên berê de ji çewisandin û hewldanên tepeserkirina nasname û çandê êş kişandine. Ji ber têgihaştina pêkhateyan, hemû planên çandina tevliheviyê di navbera pêkhateyan de têk çûn.

Di berfirehiya xaka Sûriyê de ku QSD'ê rizgar kiriye, jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de diyar dibe.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya navçeya Eyn Îsa, di sala perwerdeyê ya duyem de piştî rizgarkirinê, dibistan vekirin.

Pêkanîna rêgeza demokrasiyê û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyê de, di materyalên ku Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk amade kirine de, esas hatin girtin. Bi rêya van materyalan her pêkhateyek dikare bi zimanê xwe bixwîne.

Li dibistanên navçeya Eyn Îsa her du pêkhateyên navçeyê yên Ereb û Kurd di 4 salên destpêkê yên perwerdeyê ango ji refê yekê heta refê 4`an de her pêkhateyek bi zimanê xwe dixwîne. Piştre, xwendekarên Ereb wekî madeyekê  zimanê kurdî fêr dibin û xwendekarên kurdî jî wekî madeyekê zimanê erebî dixwînin.

Têkildarî mijarê her du şagirtên bi navên Nehle Hemê û Rohilat Mihîdîn ên ji pêkhateya Kurd destnîşan kirin ku perwerdeya bi zimanê kurdî ku bi dehan salan ve jê hatibûn mehrûmkirin mafekî xwezayî ye.

Girêdayî heman mijarê her du şagirtên bi navên Mahêr Mehmûd û Elî Hisên ên ji pêkhateya Ereb diyar kirin ku fêrbûna zimanê Kurdî li gel xwendina bi zimanê xwe (zimanê erebî) danûstandin û têgihaştina di navbera her du pêkhateyan de hêsan dike. 

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya navçeyê derdora 150 dibistanên navîn û seretayî restore kirin û 15'ê Îlonê vekirin. Li gorî serjimariyên komîteyê nêzî 15 hezar şagirt diçin dibistanê.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku zêdetirî hezar û 500 malbatên Kurd û Ereb li navçeya Eyn Îsa dijîn.

(şx)

ANHA