'Hevdîtina bi Ocalan re bû noqteya destpêkirina têkoşînê'

Hemîd Isamaîl û Mistefa Ebdo yên ji kantona Efrînê ne destnîşan kir ku hevdîtinên wan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bûn noqteya destpêkirina têkoşîna wan di parastina welat de.

'Hevdîtina bi Ocalan re bû noqteya destpêkirina têkoşînê'
21 cotmeh, 2018   06:41

CAFER CAFO - XANDÎ ELO / ŞEHBA

Di salên 90'î de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Sûriye û Lubnanê bi gelek şêniyên Rojava re rûnişt û bang li wan kir ku tev li xeta têkoşînê ji bo rizgariya welat bibin.

Şêniyê bi navê Hemîd Ismaîl ê ji gundê Edama yê kantona Efrînê, di sala 1997'an de li bajarê Helebê bi Ocalan re rûniştiye. Her wiha Mistefa Ebdo yê ji herêma Raco ya kantona Efrînê di sala 1992'yan de li Lubnanê bi Ocalan re rûniştiye.

Têkildarî mijarê ajansa me hevdîtin bi her du welatiyan re çêkirin. Her duyan teqez kirin ku rûniştina wan bi Ocalan re bû noqteya destpêkirina têkoşînê ji bo parastin û rizgariya welat.

Hemîd Ismaîl got beriya hevdîtina wî bi Ocalan re tu agahiyên wî der barê xwebirêxistinkirinê de tune bûn û wiha got:"Dema ez bi Ocalan re rûniştim. Wî girîngiya têkoşînê ji bo rizgariya welat şîrove kir. Ev hevdîtin ji bo min bû noqteya destpêkirina têkoşînê. 15 salan min li Helebê kar kir."

Ji aliyekî din ve Ismaîl got Ocalan behsa pirtûka xwe ya bi navê 'Pêvajoya Vejînê' kir û wiha domand: "Em bi Ocalan re civiyan. Di civînan de me daxwazên xwe anîn ziman. Me teqez kir ku em rizgariya Kurdistanê dixwazin. Piştre Ocalan behsa pirtûka xwe kir ku tê de rewşa gelê Kurd a dijwar ku dijî û siyasetên pişaftinê û înkarê ku der heqê wî de hatine meşandin û her wiha armanca dijmin ji van siyasetan, tunekirina çanda gelê Kurd şîrove dike."

Ismaîl wiha got:"Ocalan mîna textorekî ku nexweşiya civakê dibîne. Nexweşiyê teşxîs dike û dermana guncaw jê re peyda dike. Ew jî projeya Neteweya Demokratîk e. Proje derxistina civakên Rojhilata Navîn ji çirava pirsgirêk û aloziyê armanc dike."

Ismaîl gotinên Ocalan wiha anîn ziman: "Ocalan ji me re got hûn li benda min in da ku Kurdistanê rizgar bikim. Lê tu cudahiya min ji we tune ye. Ya pêwîst ew e ku hûn asta têkoşînê bilind bikin. Divê dijmin negihîje armanca xwe."

Çû Lubnanê da ku Ocalan bibîne

Ji aliyê xwe ve Mistefa Ebdo diyar kir ku ji ber hewesa xwe bi Ocalan, çû Lubnanê da ku wî bibîne. Ebdo destnîşan kir ku hewesa wî bi têkoşînê piştî hevdîtina bi Ocalan re zêde bû û wiha got: "Ez bi Ocalan re di sala 1992'yan de rûniştim. Dema min axaftina wî guhdar kir, hewesa min bi têkoşînê û Tevgera Azadiya Kurdistanê zêde bû. Ji wir de min dest bi xeta têkoşînê kir."

Mistefa wiha domand: "Hevdîtina bi Ocalan re dihêle ku mirov hemû siyasetên pişaftinê ku dagirkeran der heqê gel de dimeşand binase. Ocalan di civînekê de ji me re got ku divê em rêgezên rexne û xwerexnekirinê di têkoşîna xwe de bingeh bigirin. Ji ber ku ev rêgez kêmasiyên ku divê em derbas bikin, xuya dikin."

Di berdewama gotinên xwe de Ebdo teqez kir ku Ocalan ji wan re destnîşan kiriye ku her çi qas tevger berfireh bibe dê dijmin jî zêde bibin û wiha dewam kir:"Her çi qas hêza me zêde bibe û em destkeftiyan bi dest bixin, hejmara dijminan jî zêde dibe. Ew komployan der heqê me de plan dikin. Komploya sala 1999'an de der heqê Ocalan de îsbata vê yekê ye."

Ebdo wiha domand:"Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji me re got dema têk biçin, dijmin wê bixwaze xwe ji we nêzîk bike. Da ku kêmasiyên we nas bikin û we tune bikin." Ebdo destnîşan kir ku hin dewletên cîhanê piştevaniya xwe bi gelê Kurd re xuya dikin, lê di rastiyê de ew tu xêr ji gel re naxwazin û dagirkirina Efrînê îsbata vê yekê ye.

Di dawiyê de Mistefa Ebdo wiha got:"Her çi qas berdêl giranbuha be jî, em ê Efrînê rizgar bikin."

(şx)

ANHA