Portreyek ji dîroka nenivîsandî ya Helebê

Ji sala 2013’an ve li taxa  Şêxmeqsûd a Helebê li ber xwe dide. Li Helebê tu mal û milkên wî nîn in, lê dîsa jî ji bo parastina taxê ji saetên serê sibê heta derengiya şevê nobetê digire û ev 5 sal e bê navber bi vê erka xwe radibe. Êdî li taxa Şêxmeqsûd ji hêla her kesî ve tê naskirin.

Portreyek ji dîroka nenivîsandî ya Helebê
21 cotmeh, 2018   05:07

DELÎL FİRAT / HELEB

Ji sala 2013’an ve ku destpêka şer bû, nuqteya kontrolê ya ku lê dimîne, di nav gel de bi navê wî tê zanîn. Her çend şer di nav bajar de cih guherandibe jî, wî qet cihê xwe bernedaye û wekî roja pêşîn bi awayekî birêkûpêk ji serê sibê heta derengiya şevê li nuqteya kontrolê dimîne. Dema ku qala pêvajoya berxwedanê dike, wiha dibêje: “Çekên me tune bûn, me bi çend mirovan re taxên xwe parastin, nobet girt, dûre YPG hat û çek dan me.” Li bajar milkekî wî jî tune ye, lê dîsa jî qet dev ji parastinê berneda û di nav berxwedanê de cihê xwe girt. Hemû kesên xwedî unîformayên leşkerî heta ku silavê nedinê, nikarin ji wê nuqteya kontrolê derbas bibin. Ew kesê navsere di nav gel de wek Ebû Mihemed tê zanîn.

Ebû Mihemed li Helebê dijî ku şerê gel ê ku dîroka wî nehatiye nivîsandin, lê pêk tê. Temenê xwe êdî mezin e lê dîsa jî her roj tê cihê xwe, nobetê digire û dev ji cihê xwe bernade. Ebû Miemed ji pêkhateya Ereb e û li bendê ye ku vegere Efrînê.

Parastina cewherî gel li dor nirxên hevpar kirin yek

Li hemberî hêzên serdest ku dixwazin polîtîkayên xwe yên qirêjî yên desthilatdarî û mêtingeriyê mayînde bikin, gelên bindest şerê hebûnê dikin û bi vê yekê dîrokê diguherînin. Têkoşîna gelê Kurd a li dijî hêzên serdest û mêtinger, bû sedem ku dîrok ji nû ve were nivîsandin û ji bo berxwedan û azadiya gelan jî bû çirûska hêviyê. Mînaka vê ya herî berbiçav desteka enternasyonalîst a şoreşger bû ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi berxwedana gelan re derket holê.

Gelê Kurd ji hêlekê ve nirxên xwe yên neteweyî û demokratîk parastin, ji hêla din ve jî di çarçoveya neteweya demokratîk de ji bo afirandina pêşerojeke hevpar têkoşîn bi pêş xist. Di encama vê berxwedanê de, her çend li Sûriye û Rojhilata Navîn kaos û tevlihevî hebe jî, li Bakurê Sûriyeyê gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryan, Çerkez û gelên din û pêkhateyên ji baweriyên cuda, li dor nirxên hevpar xwe bi rêxistin kir û heçku kuncikeke bihûştê ava kirin. Mînaka Heleb û Ebû Mihemed, vê yekê bi awayekî zelal nîşan dide.

Dema ku çeteyan êrîş kir, me bi 3 kesan re nuqte girt

Dema ku çeteyên dewleta Tirk êrîşî xaka Sûriyeyê kir, di serî cihên ku gelê Kurd lê dijîn, kirin hedef. Çeteyan tevahiya Bakurê Sûriyeyê ji xwe re ji bo êrîşan kir bergeh û Heleb û derdora wê ji bo êrîşan bû navend. Hêzên rejîmê li hemberî wan êrîşan bê çare mabûn, çeteyan ji bo desthilatê li hemberî hev şer dikir lê belê gelê Kurd û dostên wan bi parastina xwe ya cewherî “rêya sêyemîn” hilbijart û di vê çarçoveyê de têkoşîna xwe pêk anî. Ev felsefe çavkaniya xwe ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildide û ji bo aloziya li Sûriyeyê dibe projeyeke rasteqîn a çareseriyê.

Ebû Mihemed li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimîne û vê rastiyê aşkera dike. Ebû Mihemed dibêje dema ku şer dest pê kir, bi 3 hevalên xwe re di têketina taxê de nuqteya kontrolê çêkirine û dest bi parstinê kirine û wiha pê de diçe: “Dema ku di sala 2013’an de çeteyên dewleta Tirk êrîşî taxa me û tevahiya Helebê kir, me  jî li vê derê bi 2-3 kesan re nuqteya kontrolê danî. Piştre ciwan jî hatin. Lê belê di destê me de çek tune bûn. Em li ser peyarê û li derdora malan radiketin. Me parastina xwe ya destpêkê bi alavên basît ên di dest de kir, paşê YPG hat û çek dan me. Piştî wê pêvajoyê ez tev li YPG’ê bûm. Di destpêkê de li taxê gel pir bû. Lê dema ku êrîşên çeteyan zêde bûn, hin kesan ji mecbûrî koç kir.”

Ebû Mihemed niha dora 60 saliyê ye û êdî porê wî spî bûye. Heta sala 2013’an karê temîra makîneyên dirûtinê dikir û bavê 5 zarokan e. Li Helebê maleke wî tune ye lê dîsa jî tev li berxwedana parasrina cewherî bû. Kurekî wî di şerê parastina cewherî de ye û yekî din jî li Şehbayê di nav Berxwedana Serdemê de cihê xwe digire.

Bi neviyê xwe re li ber xwe dide

Nuqteya kontrolê li cihekî stratejîk û girîng ê taxê ye, lewma jî hema hema her kes Ebû Mihemed nas dike. Ebû Mihemed bi neviyê xwe re ji saetên serê sibê heta derengiya şevê bi nîzameke leşkerî li nuqteya kontrolê dimîne.

Hêviya Ebû Mihemed a pêşerojeke azad xurt e û destnîşan dike ku çete û hêzên destekê didin wan ku bûne bela serê gelên Sûriyeyê, dê têk herin û gelên li dor projeya neteweya demokratîk li hev kom bûnê, dê bi ser bikevin.

Li benda vegera li Efrînê ye

Ebû Mihemed diyar dike ku bi hêviyeke mezin li bendê ye ku vegere Efrînê û wiha bi dawî dike: “Ev hêzên ku çete anîn Efrînê û Efrîn talan kirin, dê têk biçin. Em wek xwediyên Efrînê, em ê li xaka xwe vegerin û Efrînê ji dijminan paqij bikin.”

ANHA