YPG`ê li dagirkeran da, 2 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê ragihand ku di encama çalakiya li gundê Qestelê Xidriya ya Efrînê du çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

YPG`ê li dagirkeran da, 2 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin
21 cotmeh, 2018   07:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî çalakiyên li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê ragihand ku 18’ê Cotmehê li gundê Qestelê Xidriya ya girêdayî navçeya Bilbilê yekîneyek wan çalakiyek li dijî bargeha çeteyên Ehrar El Şerqiyê lidar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyên bi navên Silêman El-Mihemed û Mihemed Mehran hatin kuştin.

(kc)