QSD:Di 24 saetên dawî de 31 çete hatin kuştin

QSD‘ê ragihandin ku di 24 saetên dawî de 31 çete hatin kuştin.

QSD:Di 24 saetên dawî de 31 çete hatin kuştin
20 cotmeh, 2018   15:52

NAVNENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kirin. QSD’ê ragihand ku di 24 saetên dawî de 31 çete hatine kuştin.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir:

1-Eniya Baxoz: Terorîstên DAIŞ‘ê bi çekên giran û erebeyên bombebarkirî êrîşî nuqteyên şervanên me kirin. Şervanan êrîşên çeteyan têk birin.Terorîstan bi 3 erebeyên bombebarkirî êrîşî kirin. Şervanan êrîşên çeteyan têk birin û erebeyên wan teqandin, erebeyeke din jî ji ber zexta teqînê beriya ku bighêje armanca xwe teqiya, ya sêyemîn jî ji aliyê balafirên Koalîsyona Navdewletî ve hate teqandin. Di encama zexta teqîna erebeyan 2 şervanên me birîndar bûn.

Di şerê di navbera hêzên me û terorîstên rêxistina DAIŞ‘ê de 8 terorîst hatin kuştin. Hêzên me li vê eniyê tektîk dane meşandin û ji nuqteyeke vekişiyan, piştî ku terorîst xwe li nuqteyê bi cih kirin balafirên koalîsyonê mudaxle kirin û hemû terorîst li nuqteyê kuştin. Di heman demê de şervanên me li nuqteya ku jê vekişiya bûn vegeriyan û 3 nuqteyên din ava kirin.

Hêzên me li vê eniyê /1/ km bi pêşde çû. Careke din di navbera hêzên me û terorîstan de şer derket, şer bi saetan berdewan kir, di encamê de şervanên me /6/ nuqteyên nû ava kirin, embareke cebilxane û du erebeyên terorîstan ji aliyê balafirên koalîsyonê ve hatin teqandin, her wiha du erebeyên bombebarkirî hatin teqandin û serçeteyekî DAIŞ hate kuştin. Mayînek bi şervanekî me ve teqiya û ew birîndar kir.

2-Eniya Hecîn: Di navbera hêzên me û terorîstên DAIŞ‘ê yên ku di tunelan de xwe bi cih kiribûn şer rû da, du terorîstan hewl dan xwe di nava şervanên me de biteqînin, şervanên me li wan de û hewldanan wan şikandin.

Li ser vê yekê şervanên me tunelên terorîstan girtin û xebatên paqijkirinê dane destpêkirin. Du mayîn ku di malekî de hatibûn çandin bêyê ku zirar derkeve teqiyan û, her wiha doçka (12.5) û 2 klaşinkov ketin destê şervanên me.

Şervanên me li vê eniyê 5 nuqte ava kirin û /13/ mayîn bê bandor kirin.

Terorîstan li vir gelek mayîn mayîn çandine, lewra pêngav bi baldarî pêş de diçe.

3- Encam:

- 31 tororîst hatin kuştin.

-Balafirên Koalîsyona Navdewletî li 12 cihan da.

-16 mayîn hatin teqandin.

-Doçka (12.5) û 2 klaşnkov ketin destê şervanan.

-17 nuqte hatin avakirin.

-Windahiyên terorîstan: Topavêjeke hawn, embareke cebilxane, 5 erebeyên bombebarkirî, 2 erebe û tunelek hatin teqandin.

-3 şervanên me birîndar bûn"

ANHA