Li pêşiya konê xwe dareke zeytûnê çandin

Ji ber girêdana wê ya bi şaxên zeytûnê ve, malbateke Efrînî li pêşiya çadira xwe dareke zeytûnê çand. Malbat bi vê yekê dixwaze peyamek bide, ku ew bi xaka xwe ve girêdayî ne û dê vegerin warê zeytûnan.

Li pêşiya konê xwe dareke zeytûnê çandin
Li pêşiya konê xwe dareke zeytûnê çandin
Li pêşiya konê xwe dareke zeytûnê çandin
Li pêşiya konê xwe dareke zeytûnê çandin
Li pêşiya konê xwe dareke zeytûnê çandin
20 cotmeh, 2018   08:00

CAFER CAFO – FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Gelê Efrînê 18`ê Adara derbasbûyî ji ber êrîşên û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser xaka Efrînê neçar man ku ji malên xwe derkevin û xwe li kantona Şehbayê bi cih bikin.

Berdxwedana Serdemê di qonaxa xwe ya duyemîn de didome. Ev 7 mehin ku gelê Efrînê di rewşên zehmet de li ber xwe didin. Malbata Efrînî piştî demeke kin ku xwe li kampa Serdemê bi cih kirin, li pêşiya çadira xwe darke zeytûnê çandin.

Di vê çarçoveyê de dayika bi navê Ulfet Beko ya ji gundê Celemê ya herêma Cindirêsê ye got, ew bi ax û darên zeytûnan ve girêdayî ne, ji ber ku ew zeytûn û şaxên wê weke sembola aştî û hezkirinê dibînin û wiha dewam kir:”Ji ber wê li pêşiya çadira xwe dareke zeytûnê çandin û ev yek peyama girêdanê bi axê û vegera warê zeytûnê dide.”

Ulfet destnîşan kir ku dagirkeriya dewleta Tirk darên zeytûnan radikin û dişewitînin û ev yek ne mirovahî û ne exalqiyê ye û tu carî nayê qebûlkirin.

Ulfet di axaftina xwe de got dagirkeriya dewleta Tirk qirkirinê pêk tîne, ji aliyekî ve xêr û bêrên zeytûnan didizin û ji aliyekî din ve jî wan radikin û dişewitînin. Ulfet bang li hemû aliyên pewendîdar kir ku parastina ekolojiyê bikin, helwestên xwe diyar bikin û zûtirîn dem de dagirkeran ji Efrînê derxînin.

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Azad Entabî destnîşan kir ku tiştên ku li Efrînê winda kirine, bi çandina dara zeytûnê li pêşiya çadira xwe hewl didin wan tiştan vegerînin.

Entabî teqez kir ku ew ê li Şehbayê li ber xwe bidin heta ku Efrînê were rizgarkirin.

(bx)

ANHA