Li Efrînê hovîtî û kiryarên çeteyan didomin

Li Efrînê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dizîna berhemên zeytûnan didomînin.  Hêzên dagirker hewl didin pêkhateya Ereb neçar dikin ku berhemên zeytûnên Kurdan ji bo çeteyan berhev bikin û bi vê yekê dixwaze fitneyan di navbera gelê Kurd û Ereb de derbixin.

Li Efrînê hovîtî û kiryarên çeteyan didomin
20 cotmeh, 2018   07:49

EFRÎN

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji 18`ê Adara derbasbûyî ve xaka Efrînê dagir kirine û heta niha hovîtya wan didome. Berhemên zeytûnan didizin û bi hincet derew şêniyan direvînîn û dikujin.

Li gorî çavkaniyên herêmî ji Efrînê diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nahêlin ku gelê Efrînê berhemên zeytûnên xwe berhev bikin. Heman çavkaniyan destnîşan kir ku dema şêniyekê ji gundê Emara yê girêdayî navçeya Mabata dixwest berhemên 600 darên zeytûnên xwe berhev bike dagirkeran nehiştin.  

Hewl didin fitneyê çêbikin

Çavkanî teqez kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin tevlîheviyê di navbera gelên Efrînê de çêbikin. Hêzên dagirker gelê Ereb ê ji Efrînê neçar dikin ku berhemên zeytûnên darên zeytûnan ên Kurdan ji dagirkeran berhev bikin. Bi vê yekê dixwazin fitneyan di navbera Kurd û Ereban de  çêbikin.

Ji aliyekî din ve jî çeteyên Ehrar El-Şerqiye buroya kirîn û firotina malan bi navê "Eqarat El-Şerqiye" vekirin û malên şêniyên Efrînê yên ku ji neçarî ji malên xwe derketine, kirê didin

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyan agahî dane sivîlên ku di herêmên di bin dagirkeriya wan de ku di zûtirîn dem de ji malên xwe derkevin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku rayedaran gotibûn ku dagirkeriya dewleta Tirk wê 100 milyon dolar ji berhemên zeytûnên Efrînê bidize.

(bx)

ANHA