‘6 kesên ku ji Siwêdiya yên ji aliyê DAIŞ`ê ve hatibûn revandin hatin berdan’

Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê 6 kesên ku li Siwêdayî revandibûn li hemberî 27 milyon dolar û çeteyên dîlgirtî yên li gel rejîmê, serbest berdan.

‘6 kesên ku ji Siwêdiya yên ji aliyê DAIŞ`ê ve hatibûn revandin hatin berdan’
20 cotmeh, 2018   07:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyan ji Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan re diyar kirin ku 6 kesên ku ji niştecihên gundewarên bakur-rojhilatê Siwêdayî ne û 25`ê Tîrmehê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn revandin, serbest hatin berdan.

Çeteyên DAIŞ`ê di êrîşên li ser bejahiya Siwêdiya de zêdeyî 200 kesî kuşt û 30 kes jî ku piranya wan jin û zarok bûn, revandin. Paşê çeteyan jin û mêrek ji wan kuştin her wiha jinekê jiyana xwe ji dest da, lê sedemên wê nehatin diyarkirin. Li gorî Navenda Çavdêriyê ku 27 kes ji wan 18 zarok û 9 jin li gel çeteyên DAIŞ`ê girtîne.

Li gorî navendê kesên hatine berdan 2 ji wan jin û 4 zarok û navên wan wiha ne: Resmiye Ebû Emar, Ebîr Şexlîn tevî 4 zarokên xwe Mulhim, Emwac, Xeyda û Yarub Cebaî ne.

(bx)