Li Xan El-Ehmerê hejmarek kes birîndar bûn

Li Xan El-Ehmerê ya Filistînê artêşa Îsraîlê mûdaxeleya xwepêşandana Filîstiyan a li dijî valakirina herêmê ji niştecihên wî kirin.  Hate ragihandin ku hejmareke filistînî ji ber bombeyên gazê birîndar bûn.

Li Xan El-Ehmerê hejmarek kes birîndar bûn
19 cotmeh, 2018   14:39

XEZA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane ajansa me, Hêzên Îsraîlê îro bi bombeyên gazê û yên îsot êrîşî meşa Filistîniyan a li dijî hewledanên valakirina Xan El-Ehmer ji niştecihên wê, kirin, ji ber êrîşê hejmareke welatiyên Filistînê û di nav de Serokê s Desteya Berxwedana li Hemberî Dîwar û Niştecihbûnê Welîd Esaf birîndar bûn.

Di êrîşan de kamîrevanê Ajansa "Wefa" jî birîndar bû û alîkarê Serokê Desteya Berxwedana li Hemberî Dîwar û Niştecihbûnê Welîd Esaf hate bin çavkirin.

Hêzên Îsraîlê ji saetên sibê ve deriyê  sereke yên ketina Xan El-Ehmer girtin û li kolanên wê belav bûn û da ku rê nedin rojnamevan û alîgiran ku derbasî konê çalakiyê bidin.

Piştî biryara dadgeha Îsralîlê ya hilweşandina Xan El-Ehmer , ji beriya 100 rojî ve xwepêşandana lê têne lidar xistin.

Nêzî 200 Filistînê di Xan El-Ehmer de dijîn. Li wê derê dibistaneke heye têde nêzî 170 xwendekar dixwînin.

(bx)

ANHA