Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê hate avakirin

Konferansa Yekemîn a Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Minbicê bi dawî bû. Di konferansê Sazî veguherî Meclisa Malbatên Şehîdan hate avakirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê hate avakirin
Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê hate avakirin
Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê hate avakirin
Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê hate avakirin
Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê hate avakirin
Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê hate avakirin
19 cotmeh, 2018   15:19

MINBIC

Li bajarê Minbicê îro yekemîn konferansa Saziya Malbatên Şehîdan bi dirşûmeya "Şehîdên me çirûska azadiyê pêxistin û şopandina rêya wan misogeriya avakirina civaka demokratîk û azad e" hate lidarxistin. Konferans li Hola Meclisa Zagonsaz a Minbicê bi amadebûna Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, endamên Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundewarên wê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê, Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqa, Reqa û Meclisa Malbatê Şehîdan a herêma Cizîrê  hate lidarxistin.

Konferans bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê gelek axaftinan hatin kirin,  di axaftinan rola şehîdan di pêşengtiya şoreşê û rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ‘ê hate destnîşankirin.

Her wiha peymanên pîrozbahiyê hatin xwendin.

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Minbicê Îbrahîm El-Xilêf rapora xebatên xebatên du salan ê saziyê xwend, paşê der barê wê de nîqaş hate vekirin û pêşniyar hatin kirin.

Di konferansê de, rêzikmaneya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Minbicê ji aliyê Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê Arif Balî ve hate xwendin. Li gorî rêzikanameyê dê Saziya Malbatên Şehîdan veguhere Meclisa Malbatên Şehîdan, da ku xebatên wê berfirehtir bibe. Her wiha bernameya nû ya xebatê meclîsê hate eşkerekirin.

Ji bo avakirina meclisê û hilbijartina endam û rêveberên wê dengdan pêk hat.  Di encamê de "Mehûd El-Îdo, Fatima El-Dîba, Îbrahîm El-Casim, Necim Ezawî, Emîna Kalo, Mûsa Xidir, Xelef El-Casim, Henadî Hec Mihemed, Henan Ebdulqadir, Necah Nebo û Zahîde El-Hacî" wekî endamên rêveber ên meclisê hatin hilbijartin.

Konferans bi diruşmeyên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

ANHA