Li Idlibê li dijî lihevkirina Rûsiya – Tirkiyê xwepêşandan

Çeteyên Cebhet El-Nusra yên li Idlibê li dijî tifaqa Rûsya û Tirkiyê derketin xwepêşandanan.

Li Idlibê li dijî lihevkirina Rûsiya – Tirkiyê xwepêşandan
19 cotmeh, 2018   13:40

BASIL REŞÎD / HELEB

Li ser bidawîbûna muhleta vekişandina çek, Rûsya daxwaza ji dagirkeriya Tirkiyê kir ku dewriyeyên xwe li herêma "Bêçek" bi cih bike.

Çavkaniyekî ji Idlibê ji ajansa me ANHA‘ê re diyar kir ku " Têkildarî tifaqa navborî Rûsya ji dagirkeriya Tirkiyê re gotiye, hûnê berpirsyartiya derketina pirsgirêkeke mezin ku li herêmê rû bide, rakin."

Çavkaniyekî ji Idlibê teqez kir ku, çeteyên Cebhet El-Nusra li djiî tifaqa Sochi ya duh pêk hatibû qebûl nekirin çek deynin.

Heman çavkaniyê  diyar kir ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de lihevkirin pêk hat, li gorî wê Tirkiyê dê çeteyên xwe ji Idlibê vekişîne. Li ser vê yekê dagirkeriya Tirkiyê şandeyeke ji çeteyên Cebhet El-Weteniya şand da ku daxwaz ji serçeteyên Huras El-Dîn bike ku çekên xwe ji "Herêma Bêçek" vekişîne, lê serçeteyan ev yek red kirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, piştî  dewriyeyên dagirkeriya Tirkiyê bi fermana Rûsiya ketin tevgerê, dê riyên navdewletî yên Heleb, Laziqiyê, Idlib û Şam werin vekirin û destnîşan kir ku dê rê ji aliyê nuqteyên Tirkî-Rûsî ve bêne kontrolkirin û "Herêma Bêçek" jî dê di bin çavdêriya balafirên keşfê yên Rûsî û Tirkî bin.

Li gorî lihevkirina Rûsiya û Tirkiyê , hemû çekên giran ji "Herêma Bêçek" werin vekişandin û dê dewriyeyên hevbeş ên Tirkiyê û Rûsya sînorê herêmê  kontrol bike.

Di navbera çeteyên DAIŞ û El-Cebha El-Weteniyê şer

Li aliyekî din ve, çavkaniyî destnîşan kir ku "Hêzên Ewlekahiyê" yên çeteyên girêdayî Tirkiyê ango El-Cebha El-Weteniyê Liltehrîr (Eniya Niştimanî ya Rizgariyê) îro di saetên 03:00 an de girtin ser bargehên hucreyên DAIŞ‘ê yên li gundewarên rojhilatê Idlibê, di navbera herdu aliyan de şer derket. Di şer de 5 çeteyên DAIŞ‘ê hatin girtin, yek jê nasnemaya Tûnisê pê re hebû.

Heman çavkaniyê teqez kir ku çeteyên "Eniya Niştimanî ya Rizgariyê" li bajaroka Cercenaz ê rojhilatê bajarê Maret El-Nûman li avahiyekê miqdareke bombe rûsî dîtin.

ANHA