Li herêma "Bêçek" topbaran didome

Li herêma "Bêçek" di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de topbaran didome.

Li herêma "Bêçek" topbaran didome
19 cotmeh, 2018   11:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Hata ragihandin ku li başûrê rojhilatê gundewarên parizgeha Idlibê, ango herêma "Bêçek" ku serokê Tirkiyê û Rûsya 17'ê Îlonê li ser lihev kirine, di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker şer rû dide.

Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê, komên çete heya niha ji herêma “Bêçek" venekişayane rexmî ku muhleta tifaqê jî bi dawî bûye.

Şer di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk li derdora Şem El-Hewa û Ebû Umer rû dide. Di heman demê de hêzên rêjîmê herêma di navbera Xewîn û Zerzor ê gundewarê başûrê rojhilatê Idlibê topbaran dike.

Şevê din jî li gundewarên rojavayê Helebê di navbera rêjîmê û çeteyên dewleta Tirk şer derket.

Hate ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk 32 fûz avêtin taxên Helebê "Cedîda, Cumiyeta El-Zehra, Mokambo û kolana Nîl". Hate gotin, ji ber topbaranê kesek jiyana xwe ji dest da û 12 jî birîndar bûn.

Li aliyekî din jî hêzên rêjîmê herêmên bajaroka Kefer Hemar, Leyremûn û Mensûra yê dikevin beşê rojava û barkurê-rojavayê bajarê Helebê topbaran kirin.

Pûtîn û Erdogan 17'ê Îlonê li hev kirin ku herêmeke bi berfirehiya 15-20 kîlometre ya “Bêçek” were avakirin. Li gorî lihevkirinê ev herêmê wê heya 15'ê Cotmehê  ji "terorîstan" û çeteyên dewleta Tirk a dagirker  bê şer were valakirin. Lê rexemê muhleta tifaqê bi dawî bûye jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji herêmê derneketine.