Şênî ji ber guleyên bêserûber bi fikar in

Şêniyên bajarê Hesekê yê herêma Cizîrê diyar kirin ku ew ji ber guleyên bêserûber ku di şahiyan de têne avêtin, bi fikar in. Her wiha Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn teqez kir ku wan 25 kes girtine.

Şênî ji ber guleyên bêserûber bi fikar in
19 cotmeh, 2018   11:10

DILSOZ DILDAR / HESEKÊ

Di demên derbasûbyî de li gelek herêmên herêma Cizîrê avêtina guleyên bêserûber derket holê û bi taybet di şahiyan de û ji ber wê jî gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn.

Herî dawî zaroka bi navê Helez Meran a ji bajarê Qamişlo, 5`ê Cotemhê di encama guleyên bêserûber de ji serê xwe birîndar bû û heta niha jî rewşa wê xeternak e. Şêniyê bi navê Abdulrehîm Osê (35) destpêka meha Îlonê di encama gulebarana bêserûber de li bajarê Hesekê jiyana xwe ji dest da.

Di vê çarçoveyê de kurê apê Abdulrehîm, Hisên Osê got kurê apê wî di encama avêtina guleyên bêserûber de jiyana xwe ji dest da û destnîşan kir ku di bajarên ku nêzikî miloyonek kes tê de dijîn, avêtina guleyan şaş e û pêwîst e mirov baş bifikire beriya ku tiştekî wisa bike.

Der barê vê yekê de komeke çalakvan li bajarê Qamişlo 11`ê Cotmehê xwepêşandenek bi dirûşma "Guleyên bêserûber me dikujin" li dar xist.

Şêniyê bi navê Mihemed El-Salih got birayê wî dema ku li pêşiya mala xwe rûniştî bû, bi guleyeke bêserûber jiyana xwe ji dest da û destnîşan kir ku ev yek dihêle ku bi fikar bin.

Şêniyê bi navê Îsam Ebasî ji aliyê xwe ve got ew ji ber guleyên bêserûber bi fikar in û gel bi tevahî li hemberî vê diyardeya ku di encama wê de sivîl jiyana xwe ji dest didin, aciz in.

Şêniyan bang li aliyên pewendîdar kir ku li hemberî vê yêkê bisekinin.

Hêzên Ewlekariya Hundrîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê vê yekê de biryarnameyek derxist lê tevî wê jî ev yek dubare bû.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundrîn a bajarê Hesekê ji ajansa me ANHA`yê re eşkere kir ku demên dawî  zêdetirî 25 kesên ku gule bêserûber diavêtin, hatin girtin û radestî dozgeriya giştî hatin kirin da ku werin cezakirin, her wiha çekên wan jî hatin girtin.

Fermandariyê ragihand ku kesên ku şahiyan di salonên bajêr de li dar dixin hevpeymanê mohr dikin ku heger kesekî gule avêtin, hesab ji wan were xwestin.

Fermandariyê bang li sivîlan kir ku alîkariya hêzên wan bikin da ku ewlehiya giştî biparêzin.

(bx)

ANHA