3  xwişkan li hemberî rewşên jiyanê ên zehmet serî netewand

3  xwişkên ku bi tena xwe di kampa Minbicê dijîn. Îradeya wan ji hemû rewşên jiyanê û tenahiyê xurttir bû. Dest bi dirûtina cilan kirin da ku bibin mînaka jinên azad û berxwedêr ku li dijî hemû rewşên jiyanê disekinin.

3  xwişkan li hemberî rewşên jiyanê ên zehmet serî netewand
3  xwişkan li hemberî rewşên jiyanê ên zehmet serî netewand
3  xwişkan li hemberî rewşên jiyanê ên zehmet serî netewand
3  xwişkan li hemberî rewşên jiyanê ên zehmet serî netewand
3  xwişkan li hemberî rewşên jiyanê ên zehmet serî netewand
3  xwişkan li hemberî rewşên jiyanê ên zehmet serî netewand
3  xwişkan li hemberî rewşên jiyanê ên zehmet serî netewand
19 cotmeh, 2018   11:29

ŞERÎF EL-ABO – ŞÎLAN MIHEME / MINBIC

Kampa Minbic li gundê El-Resim El-Exder ê rojhilatê bajêr û li ser 2 bu beşan e. Di beşa yekemîn de 340 û di ya duyemîn de 445 kon hene.

Di kampê de 5 hezar û 650 koçberên ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de û herêmên Meskene û Dêr Hafir ên di bin serweriya rêjîmê de dijîn û ji ber topbaran û bombebarana balafirên şer li ser malên wan, xwe bi cih kirine.

Di her konekî de çîrokek heye, lê çîroka 3 xwişkan ji yên din cudatir e. Dayika wan beriya 12 salan û bavê wan beriya 8 salan jiyana xwe ji dest daye. Ji ber şer û kiryarên komên terorîst her sê xwişk tevî meta xwe koçberî Dêr Hafir a bajarê Minbicê bûn. Biryarên her sê xwişkan hene lê ji ber rewşa jiyanî bi zorê debara malbata xwe dikin.

Xwişka mezin a bi navê Kerîma El-Ehmed ji dayika xwe fêrî dirûtina cilan dibe û her du xwişkên xwe jî fêrî dirûtina cilan dike. Di destpêkê de tenê cilên xwe didirûtin lê paşê cîranên wan ji wan dixwest ku cilên wan jî bidirûn.

Hêdî hêdî jinên gundê wan berê xwe dida wan da ku cilên wan bidirûn. Niha Kerîma û her du xwişkên xwe di kampê de cilan didirûn û debara jiyana xwe pê dikin. Bi vê yekê her sê xwişk bûn mînaka jinên azad ku li hemberî rewşên jiyanê serî netewandin.

(bx)

ANHA