Projeyên baxçeyên sergirtî aborî herêmê geş dike

Navenda Pêşxistina Aborî ya bajaroka Rimêlan a navçeya Girkê Legê ji bo debara sûkê ji şînkahiyê bi cih bîne û derfetên kar ji şêniyan re peyda bike projeya baxçeyên sergirtî berfireh dike.

19 cotmeh, 2018   10:59

LÎNA CANGÎR – RAPERÎN TEHLO / QAMIŞLO

Navenda Pêşxistina Aborî ya bajaroka Rimêlan a navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo, yekem projeya baxçeyên sergirtî 11'ê Çileya 2014'an vekir. Proje bi armanca pêkanîna debara sûkê ji berhemên herêmî ji 6 baxçeyên sergirtî pêk tê.

Baxçeyên sergirtî li ferehiya 37 donim hatiye vekirin, tê de "Bacanê sor, xiyar û bacanê reş"hatin çandin.

Di projeyên baxçeyên sergirtî de 3 malbat dixebitin.

Piştî serkeftina projeya baxçeyên sergirtî di salên derbasbûyî de, navendê 3 projeyên din vekirin.

Berhemên baxçeyên sergirtî beşekê ji pêwîstiyê navçeyê bi cih tîne

Berhemên projeyê baxçeyên sergirtî beşeke girîng ji hewcedariya sûka navçeya Girkê Legê û gundewarên  wê bi cih tîne, ji bo firotina berhemên projeyê dukaneke taybet hatiye veqetandin.

Endizyarê çandiniyê û berpirsê projeyê Alan Elawî diyar kir ku berhemê mewsimê şînkaniyên havînî gihiştiye 30 ton bacanê sor, 24 ton xiyar û 20 ton bacanê reş.

Alan Elawî destnîşan kir ku ew hewl didin projeyê berfirehtir bikin û got: "Niha em 9 holên çandiniyê vedikin, her yek ji 5 baxçeyên sergirtî pêk tê."

Elawî, teqez kir ku 3 malbat di vê projeyê de dixebitin û li gorî tifaqa di navbera navend û malbatan de, ji sedî 27 berhemên baxçeyê didin malbatan.

Alan, destnîşan kir ku ew ê di demên pêş de derfetên kar ji 30 malbatên din re peyda bikin û got: "Proje dê debara malbatê û sûka navçeyê ji berhemên şînkahiyê bi cih bîne."

Navenda Pêşxistina Aborî, hemû pêwîstiyên çandiniyê, ji tov, semad û alavên çandiniyê, her wiha cih ji cotkaran re peyda dike.

Yek ji şêniyên gundewarên Dêrazorê di projeyê de kar dike diyar dike ku ev proje debara malbata wî bi cih tîne.

ANHA