Mamosteyên Efrînê: Li dijî êrîşên qirkirina çandê , têkoşîna me berdewam e

Mamosteyên Zaningeha Efrînê gotin:"ji dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê ev konferans dibe bersiv. Li dijî êrîşên tinekirin û qirkirina çandê, têkoşîna me berdewam e.”

Mamosteyên Efrînê: Li dijî êrîşên qirkirina çandê , têkoşîna me berdewam e
19 cotmeh, 2018   10:40

MÛRADA KENDA - EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Konferansa yekemîn a zanîngehên Bakur û Rojhilatê Suriyê bi armanca avakirina sîstemek hevbeş a perwerdê û bilindkirina  asta xwendinê, li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi tevlîbûna Zanîngeha Efrîn, Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê destpê kir. 

Têkildarî konferansê mamosteyên Zaningeha Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re axivîn û diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker dema êrîşî Efrînê kir, dibistan hedef girtin.

Mamosteyê Zanîngeha Efrînê Menan Cafer û niha jî li dibistanên Şehbayê zarokan perwerde dike, diyar kir ku piştî êrîşên dagirkeriyê dewleta Tirk li Efrînê gelek xwendevan berê xwe dan Şehbayê û  got: “Li Şehbayê ji aliyekê ve berxwedan û ji aliyekî din ve jî perwerdekirina zarokan didome.   Hewildanên me  ew e ku bi esasgirtina pîvanên Netewa Demokratîk de civak were perwerdekirin.”

Menan destnîşan kir ku dagirkerên Kurdistanê qirkirina çand û zimanê kurdî ji xwe re esas digrin û wiha dewam kir:"Heger em çanda xwe ji destên dagirkeran rizgar nekin, em nikarin bêjin ku em gihiştin civakeke azad. Em jî israr dikin ku xwendin û zanabûna civakê her tim bidomînin.”

‘Ji ber êrîşan gelek xwendkarên Efrînê ji perwerdê mehrûm man’

Menan Cafer anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe dîrok û çanda gelê heremê hedef girt û got:”Li Efrînê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk xwendekar ji xwendinê mehrûm man. Her wiha artêşa Tirk a dagirker gelek dibistan rûxandin. Niha jî demografiya herêmê dighurin. Mixabin dewletên navneteweyî jî li hemberî van êrîş û guhartina demografiyê bêdengin, bi vê yekê ew dibin şirîkê dagirkeran.”

‘Di êrîşên li ser Efrînê de despêkê dibistan hatin hedefgirtin’

Mamosteya Zanîngeha Efrînê Rohan Mistefa jî diyar kir ku di êrîşên dagirkeriya li ser Efrînê de despêkê dibistan hatin hedefgirtin û got:“Di rewşa şer de konferansa xwe me lidar xist. Ji dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê ev konferans dibe bersiv. Xwendevanên Efrînê niha li vir bi sekna xwe bersiva herî mezin didin.  Li dijî êrîşên tinekirin û qirkirina çandê, têkoşîna me berdewam e. Hêzên dagirker hewil didin hemû zimanê kurdî li Efrînê ji holê rabikin. Ax û dîroka  Efrînê guhartina demografî û qirkirina çandê, qebûl nake.”  

(kc)

ANHA