Navenda çandê komên zarokan xelat kirin û bawername belav kirin

Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê komên zarokan ên beşdarî mîhrecana çaremîn a zarokan a herêma Cizîrê bibûn, xelat kirin, her wiha bawernameya asta yekem li xwendekarên peymangeha mûzîkê ya navendê belav kirin.

Navenda çandê komên zarokan xelat kirin û bawername belav kirin
Navenda çandê komên zarokan xelat kirin û bawername belav kirin
Navenda çandê komên zarokan xelat kirin û bawername belav kirin
18 cotmeh, 2018   17:29

HESEKÊ

Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê  ji bo xelatkirina komên zarokan ên girêdayî Navneda Çand û Hunerê yên ku beşdarî çaremîn mîhrecana zarokan a herêma Cizîrê bibûn şahiyeke li dar xist.

Bi dehan zarokên navnedê tevî malbatên xwe di şahiyê de amade bûn.

Koma Viyan Peyam a stran û koma Mîtan jî dîlanên filklorî pêşkêş kirin.

Di dawiyê de diyarî li komên beşdarî mîhrecanê bibûn hatin belavkirin, her wiha bawernameya asta yekem li xwendekarên peymangeha mûzîkê ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê hatin belavkirin.

ANHA