Gulnaz Karataş li Qamişlo hate bi bîr anî

Rêxistina Kongreya Star a Kantona Qamişlo bi civînekê têkoşer Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi bîran anî.

Gulnaz Karataş li Qamişlo hate bi bîr anî
18 cotmeh, 2018   17:15

QAMIŞLO

Rêxistina Kongreya Star a Kantona Qamişlo bi wesîleya salvegera 26‘an a şehadeta têkoşer Gulnaz Karataş (Bêrîtan) civîneke li bajaroka Tenûriyê ya kantona Qamişlo li dar xist. Bi dehan şêniyên bajarokê û endamên Kongreya Star di civînê de amade bûn.

Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin.

Hevseroka Desteya Şûnwar û Tûrîzimî ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Yûnis di civîna biranînê de axivî û got, dîroka şehîd Bêrîtan bi berxwedan û lehengiyê tijî û dagirtî ye û li ser kurtejiyana têkoşer Bêrîtan ev tişt got: " Gulnaz Karataş bi navê Bêrîtan tê naskirin, ji bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, xwendekara zanîngehê, beşê wêjenaya îngilîzî bû,  ji xwendinê pir hez dikir û bi jêrekbûna û kesayata xwe ya xurt xwe dihat naskirin, di nava refên Gerîla de li hemberî faşîmzeya Tirkiyê û pêşmergeyan şer kir."

Bêrîvan wiha domand: "Şehîd Bêrîtan yekem jin ji koletî û zihniyeta desthilatdar rizgar dike û roleke mezin di perwerdekirina jinan li ser bingehê fikrê azad de list. Ji mirinê neditirsiya, hêz û morala dida hevalan."

Bêrîvan Yûnis, di dawiya axaftina xwe de, teqez kir ku şehadeta Bêrîtan pêvajoyeke nû di dîroka PKK‘ê de tê hesabkirin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî şehadeta wî bava avakirina artêşa jinê kir.

Di bîranînê de filîmê Bêrîtan hate nîşandan.

Bîranînê bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

ANHA