Li Tebqayê şehîdên meha Îlonê hatin bi bîranîn

Şêniypên Tebqa, Cirniyê û Mensûra şehîdên meha Îlonê bi bîr anîn.

Li Tebqayê şehîdên meha Îlonê hatin bi bîranîn
Li Tebqayê şehîdên meha Îlonê hatin bi bîranîn
Li Tebqayê şehîdên meha Îlonê hatin bi bîranîn
Li Tebqayê şehîdên meha Îlonê hatin bi bîranîn
Li Tebqayê şehîdên meha Îlonê hatin bi bîranîn
Li Tebqayê şehîdên meha Îlonê hatin bi bîranîn
Li Tebqayê şehîdên meha Îlonê hatin bi bîranîn
18 cotmeh, 2018   16:47

TEBQA

Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Tebqayê şehîdên şoreşa Bakurê Sûriyê yên meha Îlonê şehîd bûne bi bîr anîn.

Merasîmê bîranînê li ser goristana Şehîdan hate lidarxistin.

Cihê merasîmê bi wêneyên 12 şehîdên meha Îlonê hatibû xemilandin.

Bi dehan şêniyên Tebqa, Cirniyê û Mensûra, hevserokên Meclisa Zagonsaz a herêma Tebqayê Rewşen Hemê û Hamid El-Ferec, Hevserokên Meclisa Rêveber Hind El-Elî û Şiyar Mihemed, hejmarek endamên Rêveberiya Sivîl a Teqayê û fermandarên QSD‘ê di merasîmê de amade bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji beşdaran gul li ser gorên şehîdan danîn û find vêxistin.

Ji fermandarên QSD‘ê Mihmûd El-Ehmed axivî û got: "Şehîdên me, berdêlên giran dane û bi xwîna xwe ya pîroz axa welat avadan, da ku gel bi azadî û rumetî jiyan bikin. Em soz didin ku em li ser xeta wan bimeşin û armancên wan bi cih bînin."

Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebdulkerîm El-Îbrahîm jî wiha bi lêv kir:"Wekî gelên herêmê ne tenê dîrokeke me heye, em xwedî du dîrokan e, yek dapîrên me nivisandine û ya din jî şehîdan bi tîpên zêrîn û xwîna ya paqij nivîsandine ku ev fêrî hezkirina welat û fedekariyê kirine."

Hevseroka Meclisa Zagonsaz Rewşen Hemê jî axivî û anî ziman ku dîroka nûjen şahidiya lehengî û îradeya şehîdan dike, şehîdên ku zulm û bindestî qebûl nekirin û riya rûmet û azadiyê û prastina mirovahiyê pejiradnin."

Bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, serokê partiyê yê buroya Tebqayê Musena Ebdulkerîm axivî û got: "Silav ji bo parêzvanên welat û rûmetê, silav ji bo afrînerên serkeftin û dîrok, we bi xwîna xwe zelal pêşerojeke azad û bi rumet ji bo Sûriyê xêz kirin."

Di dawiya merasîmê de kurtefîlmeke li ser jiyana şehîdan hate nîşandan.

Şehîdên hatin bîranîn:

Himêdî El-Şewax (Himêdî Caber), Mehmûd El-Şêx (Ebû Ebdulrehman), Îbrahîm El-Selûm (Ebû Xelîl), Fadî El-Ehmed (Fadî Reqa), Mahîr Hemûd (Qusay), Mustefa Mihemed (Ebû Şewax), Elî El-Weys (Elî Reqa), Ebdulhemîn Bekûr (Ebdulhemîn), Xezwan Umer (Xezwan Reqa), Umer El-Hindawî (Umer Reqa), Elaa El-Neyrebî ( Elaa) û Îbrahîm El-Şerîf (Amûdê).

ANHA