Li gundê El-Muhteriq navenda tenduristiyê ji nû ve hate vekirin

Komîteya Tenduristiyê li gundê El-Muteriqê Mezin ê girêdayî bajarê Minbicê navenda tenduristiyê ji nû ve vekir.

18 cotmeh, 2018   11:12

MINBIC

Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarên wê li gundê El-Muhteriqê Mezin ê girêdayî bajarê Minbicê navenda tenduristiyê ji nû ve vekir da ku xizmetên tenduristiyê bide 42 gundan.

Komîteya Tenduristiyê bi hevkariya endamên Meclisa Xeta El-Muhteriq beriya mehekê dest bi sererastkirina navenda tenduristiyê ya li gundê El- Muhteriq kir da ku bi hemû beşên xwe ji bo pêşwazîkirina nexweşan amade be.

Di navenda tenduristiyê de beşên ambulans, jin û zarok û her wiha dermanxaneyek hene. Di navenda tenduristiyê de 6 kes ji saet 8:00’an heta 04:00`an dixebitin.

Bi dehan endamên sazî, komîteyên sivîl, leşkerî yên girêdayî Meclisa Sivîl a Minbic û gundewarên wê û şêniyên gund tev li merasîma vekirinê bûn.

Paşê bi navê Meclisa Sivîl a Demokaratîk a Mibic û Gundewarên Wê hevseroka Meclisa Rêveber Nezîfa Xelo, bi navê Meclisa Xeta El-Muhteriq Dele El-Hisên û bi navê Komîteya Tenduristiyê Mûna Zekeriya axaftin hatin kirin. Di axaftinan de vekirina navendê li hemû şêniyên El-Muheteriq û gundên derdora wê hate pîrozkirin.

Mûna Zekeriya jî di axaftina xwe de tekez kir ku dê navendên tenduristiyê li hemû gundan vekin û diyar kir ku ew dixwazin bi rêya vekirina navendan xizmeta şêniyan bikin.

Di dawiyê de deriyê navendê ji aliyê dayika şehîd Elî Şêr, Edla Îbrahîm ve hate vekirin.

(bx)

ANHA