Ji bo kesên astengdar şahiyek hate lidarxistin

Komeleya Tîrêj a Astengdaran bi koordîneya bi Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido re li bajarê Kobanê şahiyek ji astengdaran re li dar xist.

Ji bo kesên astengdar şahiyek hate lidarxistin
Ji bo kesên astengdar şahiyek hate lidarxistin
Ji bo kesên astengdar şahiyek hate lidarxistin
Ji bo kesên astengdar şahiyek hate lidarxistin
Ji bo kesên astengdar şahiyek hate lidarxistin
Ji bo kesên astengdar şahiyek hate lidarxistin
Ji bo kesên astengdar şahiyek hate lidarxistin
Ji bo kesên astengdar şahiyek hate lidarxistin
18 cotmeh, 2018   11:37

KOBANÊ

Komeleya Tîrêj a Astangdaran bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi dirûşma "Astengdarî ne giranî ye li ser civakê" şahiyek ji bo astengdarên Kobanê û gundewarên wê li dar xist.

Şahî li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hat lidarxistin. Bi dehan şêniyên  Kobanê tev li şahiyê bûn.

Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê Komeleya Tîrêj Emîne Elî û Cîhad Mihemed diyar kirin ku astengdarî ne şerm e û wiha gotin: "Îro em bi saya xwîna şehîdên ku xwe fedayî vî welatî kirine, gihaştin vê astê ku em kanibin şahiyekê li vî bajarî li dar bixin.  Em wek Komeleya Tîrêj bi armanca ku em karibin çi astengdariyek heye kom bikin û em karibin alîkariyê ji wan re bikin û li ser vî esasî komelaya me hat avakirin."

Her wiha Evîn Berewad li ser navê navenda çandê xêrhatina mêvanan kir û wiha got: "Bila kes nebêje astengar bar in. Ez dixwazim ku her astengdarek ku meraqa xwe li çi beşên hunerî heye, bila tev li çand û hunerê bibin û em ê her tim bi hunera xwe alîkariya astengdaran bikin."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim jî axivî û destnîşan kir ku astegdar ji bo civakê ne bar in û her wiha di hemû aliyan de dikarin bi erk û berpirsyariya xwe rabin û bi awayekî çalak tev li civakê bibin.

Piştî axaftinan, şano, dîlan, stran û sînevîzyon hatin pêşkêşkirin.

(hk-şm)

ANHA