Li Reqayê jî dest bi berhevkirina zeytûnan hate kirin

Şêniyên gundewarên Reqayê dest bi berhevkirina zeytûnan kir.

Li Reqayê jî dest bi berhevkirina zeytûnan hate kirin
Li Reqayê jî dest bi berhevkirina zeytûnan hate kirin
Li Reqayê jî dest bi berhevkirina zeytûnan hate kirin
Li Reqayê jî dest bi berhevkirina zeytûnan hate kirin
Li Reqayê jî dest bi berhevkirina zeytûnan hate kirin
Li Reqayê jî dest bi berhevkirina zeytûnan hate kirin
Li Reqayê jî dest bi berhevkirina zeytûnan hate kirin
Li Reqayê jî dest bi berhevkirina zeytûnan hate kirin
Li Reqayê jî dest bi berhevkirina zeytûnan hate kirin
18 cotmeh, 2018   11:05

REQA

Li herêmên bakur û rojavayê Reqayê darên zaytûnan gelek in lê belê di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de 3 salan nehatin avdan. Darên li bajarê Reqayê ji 2 cureyan in; zeyatî û xişabî. Çeteyan gelek dar şewitandin û qut kirin.

Lê piştî ku bajarê Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve di 17'ê Cotmeha 2017'an de hate rizgarkirin, bi hezaran cotkar vegeriyan ser zeviyên xwe û dest bi çandina zeviyan kir.

Piştî ku ewlekarî hat bajêr, şêniyên Reqayê ji destpêka mehê ve dest bi çînina zeytûnan kir. Guvaştina zeytûnan li meserên Mezreya El-Salihe dê bê kirin ku tekane mesere ye li bajarê Reqayê. Ji ber ku herêmên din zeytûnan naçînin û li gorî herêmên din li Sûriyeyê (Efrîn, Idlib, gundên Laziqiyê) darên xwe kêm in.

Berpirsê fenî di meserê de Hûsam Sedû têkildarî mijarê wiha got:"Ji destpêka mehê ve me dest bi pêşwazîkirina berhema zeytûnan kiriye. Zeytûn di gelek merheleyan re derbas dibin beriya ku zeyt jê derkeve."

(jo)

ANHA