Daxuyaniyên erênî berovajî nakokiyên girêdayî avakirina hikumeta Iraqê ne

Di dema ku serokwezîr Adil Ebid El-Muhdî bi avakirina hikumetê hatiye erkdarkirin de, hin hêzên siyasî di avakirina hikumetê de bi nakokiyên mezin re rû bi rû ne.

Daxuyaniyên erênî berovajî nakokiyên girêdayî avakirina hikumeta Iraqê ne
18 cotmeh, 2018   10:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Serokwezîrê Iraqê yê erkdarkirî Adil Ebid El-Muhdî ragihand ku dê navên ku ji bo wezaretan hatine pêşniyarkirin û bernameya hikumetê di hefteya bê de aşkera bike. Buroyê di daxuyaniya xwe de got ku El-Muhdî dixwaze navên wezîrên hatine pêşniyarkirin li rex rêbaza wezaretan di hefteya bê de aşkera bike.

El-Muhdî her wiha diyar kir ku dê peywendiyên xwe bi serokê parlemanê û rayedarên bilokên parlemanê re bike da ku dema guncaw a aşkerakirinê diyar bikin.

Parlemanterê Biloka Niştimanî Falih El-Îsawî jî îro diyar kir ku hin bilokên parlemanê ku serokwezîr El-Muhdî azad dibînin, ji çapemeniyê re axivîne û niha jî ji hevpeymanên xwe dûr dikevin û nîşan dide ku Biloka Niştimanî dilsoziya El-Muhdî dike lê bi destkeftiyên xwe yên hilbijartinan ve girêdayî ne.

El-Îsawî da zanîn ku çarçoveya El-Muhdî têrê dike ku namzetên wezaretan nîşan bide û wiha da diyarkirin: "Şêwirên El-Muhdî û piraniya bilokan berdewam in û di paş perdeyan de mijarên cuda derdikevin. Em wek Biloka Niştimanî ji destpêkê ve zelal helwesta xwe nîşan didin û em piştgiriyê didin El-Muhdî û di heman demê de em girêdayî destkeftiyên xwe yên hilbijartinan in.”