‘Efrîn li ber çavên hemû cîhanê hate dagirkirin’

Partiyên siyasî û saziyên sivîl ên bajarê Helebê, binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê şermezar kirin û gotin: "Efrînî li ber çavên cîhanê yên ku qaşo banga azadî û demokrasiyê dikin hate dagirkirin.

‘Efrîn li ber çavên hemû cîhanê hate dagirkirin’
17 cotmeh, 2018   17:31

HELEB

Di çarçoveya şermezarkirin û redkirina binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê,  Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD, Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongreya Star, Saziya Malbatên Şehîdan, Mala Êzidî, Komeleya Olan û Rûspiyên Êlan daxuyaniyek hevbeş ji raya giştî re dan.

Daxuyanî li ber avahiya PYD`ê bi 4 zimanan; Kurdî ji hêla endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zîlan Şêxo, Erebî ji aliyê endamê Buroya Têkiliyan Mihemed Hesen, Ingilîzî ji hêla mamosteyê zimanê inglîzî Şikrî Mistefa û Tirkî ji aliyê endama rêveber a Buroya Jin a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Meyasa Tacî  ve, hatin xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

'Em dagirkeriya  Tirkiyê ji xaka Sûriyê, binpêkirinên dagirkera Tirk û çeteyên wê der heqê şêniyên Efrînê ji kuştin, revandin, girtin û destdirêjkirina li ser jinan, zewcandina keçikên bi temen biçûk û lîstina bi cenazeyan şermezar dikin.

Dagirkera Tirk bi êrîşên xwe li dijî gorên şehîdan ên Efrînê, wêrankirina perestgehên olî û bi taybet ên Êzidî, bicihanîna guhertina demografî, ferzkirina siyaseta tirkirinê û xwendina bi zimanê Tirkî, dizîna bermahiyên dîrokî û talankirina şûnaran, qirkirina nasname, çanda gelên herêmê, dîrok û şaristaniya wê armanc dike.

Dagirkera Tirk li Efrînê ne tenê sivîlan lê belê xweza jî wêran dike. Bi sed hezaran darên zeytûnê yên şêniyan hil kir, ji aliyekî din ve mewsima zeytûnê talan kir û daristan şewitand.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê alên xwe li ser dibistan navend û saziyan daliqandin da ku dagirkeriya xwe rawa bike. Ev hemû kiryar û dagirkirin  li ber çavê cîhana ku banga azadî, demokratî û mirovahî dike, pêk hat. 

Ji ber wê em bang li civaka navdewletî, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên hiqûqî û navdewletî dikin ku zextê li hikumeta AKP'ê ya faşîst a ku Erdoganê terorê nûnertiya wê dike, bikin û rê li ber binpêkirinên wê der heqê şêniyên Efrînê de bigirin. Her wiha ji xaka Sûriyê vekişe û dewletên navnetweyî gerantî bidin da ku şênî vegerin malên xwe.

Her wiha em bang dikin ku sûcên li Efrînê pêk tên di ber çavan re derbas bikin û sûcdaran radestî dadgehên navdewletî bikin.”

(şx)

ANHA