'Çareseriya aloziya Sûriyê ji Rojava û Bakurê Sûriyê destpê dike'

Hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen got çareseriya aloziya Sûriyê ji Rojava û Bakurê Sûriyê bi rêya projeya Netewa Demokratîk destpê dike.

'Çareseriya aloziya Sûriyê ji Rojava û Bakurê Sûriyê destpê dike'
'Çareseriya aloziya Sûriyê ji Rojava û Bakurê Sûriyê destpê dike'
'Çareseriya aloziya Sûriyê ji Rojava û Bakurê Sûriyê destpê dike'
'Çareseriya aloziya Sûriyê ji Rojava û Bakurê Sûriyê destpê dike'
'Çareseriya aloziya Sûriyê ji Rojava û Bakurê Sûriyê destpê dike'
'Çareseriya aloziya Sûriyê ji Rojava û Bakurê Sûriyê destpê dike'
17 cotmeh, 2018   14:16

QAMIŞLO

Partriya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi armanca nîqaşkirina geşedan û pêdeçûnên siyasî yên dawî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li  Dêrikê lidar xist. Bi dehan malbatên şehîdan ên herêma Dêrikê û endamêm partiyê tev civînê bûn.

Civîn li navenda Yekitiya Ciwanên Rojava hate lidarxistin. Piştî deqeyek rêzgirtin hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk Şahoz Hesen got:"Destwerdana dewleta Tirk di karûbarên Sûriyê de û destekdayîn û birêxistinkirina gurupên çekdar, bû sedema derketina şoreşê ji rêya  siyasî û şoreş derbasî qonaxa çekdarî bû û bi vê yekê şoreş ji holê rabû.”

Hesen wiha domand:"Armanca dewleta Tirk a dagirker ne piştgiriya şoreşa Sûriyê bû, armanca xwe derbkirina destkeftiyên şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê da ku Kurdan û projeya wî ya demokratîk tine bike.”

Têkildarî hevpeymana Rûsya û dewleta Tirk Hesen teqez kir ku dewleta Tirk li beramberî têkbirina projeya Netewa Demokratîk û qirkirina hebûna Kurd ji Rûsyayê re gelek tewîz daye. Her wiha destnîşan kir ku ev lihevkirin demkî ye û armanca wê pêkanîna berjewendiyên demkî li ser hesabê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Di berdewama axaftinên xwe de Hesen ev tişt got:" ENKS`ê bi piştgiriya dagirkirina Efrînê û avakirina meclisek herêmî ji wan partiyan re, roleke neyînî lîst. Partiyên Kurd ku di bin banê Itîlafa Sûriyê û dagirkera Tirk dixebitin, ji destpêkê ve li dijî projeya Netewa Demokratîk bûn."

Her wiha Hesen diyar kir ku çareseriya aloziya Sûriyê ji Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi rêya projeya Netewa Demokratîk a ku bûye rastiyek destpê dike. Hesen teqez kir ku Partiya Yekîtiya Demokratîk hertim bang li pêwîstiya lidarketina kongreya niştîmanî û yekitiya gelê Kurd dike.

Hesen rola malbatên şehîdan di rêvebirina şoreş de di hemû qonaxên wê de û bicihanîna berpirsyariyên xwe û pêşkeşkirina fedekariyan da ku şoreş bi ser keve bi bîr xist.

Civîn bi vekirina deriyê nîqaş û pirsan ji beşdaran re bi û bersivdayîna pirsan ji aliyê Şahoz Hesen ve bi dawî bû.

(şx)

ANHA