Hunermendên Kobanê piştgirî dan Berxwedana Serdemê

Di bin serpereştiya navenda Çand û Hûnera Baqî Xido de, hunermendên Kobanê bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê şahiyek lidar xistin.

17 cotmeh, 2018   17:43

KOBANÊ

Şahî bi tevlêvbûna bi sedan kesî li Baxçeyê 19`ê Tîrmehê ya navenda bajarê Kobanê hate lidarxistin.

Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê li ser navê navenda Çand û Hûnera Baqî Xido Osman Bekî  bi xêrhatina mêvana kir û got:"Em weke çand û hûner em ê bi hunera xwe û bi çanda xwe cihê xwe di Berxwedana Serdemê de bigirin û em ê bersiva dijmin bi hûnera xwe bidin.”

 Paşê li ser navê Desteya Edeletê Bekirî Ceradê  wiha got:" Em bi û qehremanî û lehingiya şervanên xwe li Kobanê bi ser ketin û em ê li Efrînê jî bi ser bikevin. Em tu carî dev ji Efrînê bernadin.”

Yek ji şêniyên Efrînê Xezal Şêxmûs jî axivî û diyar kir ku çawa ku dijmin li Kobanê bi binket, wê li Efrînê jî bi bin bikeve.

Piştî axaftinan, hunermendan bi stranên xwe yên şoreşgerî destek dan Berxwedana Serdemê ya Efrînê.

(şm-sn)

ANHA