Pêşengeha wêneyan a navenda Şopdarên Rojê vê carê li Serêkaniyê ye

Navenda Şopdarên Rojê ya girêdayî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ`ê vê carê li bajarê Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê pêşengeha wêneyan vekir.

Pêşengeha wêneyan a navenda Şopdarên Rojê vê carê li Serêkaniyê ye
Pêşengeha wêneyan a navenda Şopdarên Rojê vê carê li Serêkaniyê ye
Pêşengeha wêneyan a navenda Şopdarên Rojê vê carê li Serêkaniyê ye
Pêşengeha wêneyan a navenda Şopdarên Rojê vê carê li Serêkaniyê ye
Pêşengeha wêneyan a navenda Şopdarên Rojê vê carê li Serêkaniyê ye
Pêşengeha wêneyan a navenda Şopdarên Rojê vê carê li Serêkaniyê ye
17 cotmeh, 2018   13:34

HESEKÊ

Îro Navenda Şopdarên Rojê ji saetên sibê ve deriyê xwe vekir. Pêşangeh li Navenda Çand û Hunera Waşûkanî hate lidarxistin.

Pêşengeh ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vekirin. Paşê yek ji berpirsên Navenda Şopdarên Rojê Evîn Elî di pêşengehê de axivê bi xerhatina beşdaran kir û diyar kir ku ew hewl didin di wêneyên xwe de rastiya şervanan di çeperên şer de derxin.

Evîn  destîşan kir ku di her wêneyekî de çîrokeke Berxwedana Serdemê heye, têkoşîna gelê Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker diyar dike.

Her wiha di pêşangehê de pirtûk û romanên li ser berxwedana şervanên YPJ/YPG`ê hatin pêşandan. Kurtefîlmek ji aliyê endamê Navenda Şoparên Rojê Reşo Kasan ve hate pêşkêşkirin.

Deriyê pêşangehê heta saet 07:00`an dê vekirî bimîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Navenda Şopdarên Rojê dê pêşangeha xwe li bajarê Girê Spî 25`ê Cotmehê li dar bixe.

ANHA