Şêniyên Şedadê du şehîdên Şerê Tinekirina Terorê spartin axê

Şêniyên navçeya Şedadê  cenazeyên du şervanên QSD`ê ku di Qonaxa Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbûn, li goristana şehîdan spartin axê. 

Şêniyên Şedadê du şehîdên Şerê Tinekirina Terorê spartin axê
Şêniyên Şedadê du şehîdên Şerê Tinekirina Terorê spartin axê
Şêniyên Şedadê du şehîdên Şerê Tinekirina Terorê spartin axê
Şêniyên Şedadê du şehîdên Şerê Tinekirina Terorê spartin axê
Şêniyên Şedadê du şehîdên Şerê Tinekirina Terorê spartin axê
17 cotmeh, 2018   13:53

HESEKÊ

Şêniyan cenazeyên her du şervanên QSD`ê Ehmed Mensûr (Şehab) û Ehmed Mihêmîd (Selman) ku 12`ê Cotmehê şehîd bûbûn, ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî bi erebeyan berê xwe dane goristana şehîdan a navçeya Şedadê.

Li goristanê, merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG`ê ve hate destpêkirin. Paşê, ji fermandarên QSD`ê Hisên Hemade axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest. Hemade soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê û tinekirina terorê da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehre Ebûd bi lêv kir ku şehîdan ji bo parastina gelê xwe ji terorê canê xwe feda kirin.

Piştre, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Eyat Îbrahîm wesîqeta her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Merasîm bi oxirkirina her du şehîdan bi dawî bû.

(kc)

ANHA