Encamên 24 saetên dawî yên Şerê Tinekirina Terorê hatin eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê encama şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava  Bagera Cizîrê ya bi navê  Şerê Tinekirina Terorê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Encamên 24 saetên dawî yên Şerê Tinekirina Terorê hatin eşkerekirin
17 cotmeh, 2018   13:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyê de ev agahî ji raya giştî re hatin parvekirin:

“1- Eniya Baxozê: Di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ`ê de şer çêbûn. Çeteyên DAIŞ`ê bi çekên giran û topên hewanê êrîşî navendên şervanên me kir. Di encama wê de şervanan êrîşên çeteyan têk birin û gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin.

Heta niha li herêmê şer didome.

2- Eniya Hecînê: Şervanên me li dijî çeteyan çalakî pêk anîn. Di encama wê de gelek çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin. Tîmên taybet ên rakirina mayinan li herêmê dest bi operasyonê kir û gelek mayin û bombe ketin destê şervanan, her wiha 2 mayin hatin teqandin û 4 jî hatin bêbandorkirin.

Li wê eniyê jî heta niha şer didome.

Encamên şer: 12 çete hatin kuştin, 2 baregehên çeteyan hatin rûxandin, erebeyek û 6 mayin hatin teqandin.”

(bx)