Komîteya Perwerdeyê ya Dêrîkê bi malbatên xwendekaran re civiya

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li bajarê Dêrikê bi hevkariya meclisa navçeya Dêrîkê bi malbatên xwendekarên dibistanan re civiya û sala nû ya xwendinê û biryarên desteya perwerdeyê nîqaş kirin.

Komîteya Perwerdeyê ya Dêrîkê bi malbatên xwendekaran re civiya
Komîteya Perwerdeyê ya Dêrîkê bi malbatên xwendekaran re civiya
Komîteya Perwerdeyê ya Dêrîkê bi malbatên xwendekaran re civiya
17 cotmeh, 2018   11:08

QAMIŞLO

Bi armanca agahdarkirina mekanîzmaya perwerdeya li herêma Dêrikê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk  bi hevkariya meclisa navçeya Dêrikê civînek ji malbatên xwendekarên dibistanan re li dar xist.

Civîn li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan hate lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama rêveberiya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrikê Viyan Cûdî li ser biryarên ku Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê derxistine, axivî. Viyan got komîteyên berpirs roleke mezin di perwerdeyê de lîst û zehmetî derbas kirin.

Viyan Cûdî der barê şaşiyên ku di materyalan de derketin, destnîşan kir ku şaşiyên rêziman di materyalan de hatin gotûbêjkirin û ji aliyê komîteyeke pispor ve ji nû ve tên hûnandin û sererastkirin. Her wiha biryarên ku Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê li ser girtina dibistanan ku materyalên Rêveberiya Xweser nadin.

Di dawiya civînê de deriyê nîqaşan li pêşiya malbatên xwendekaran vebû û rexneyên li ser mekanîzmaya xwendinê hatin gotin.

(jo)

ANHA