Teqîneke li Şibih Cezîre El-Qerim pêk hat

Di teqînekê de ku li Fakulteya Polytechnic a li bajarê Kerch ê Qirimê yê Rûsyayê pêk hat, 10 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.

Teqîneke li Şibih Cezîre El-Qerim pêk hat
17 cotmeh, 2018   11:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên ragihandinê diyar kir ku berpirsên Desteya Awarte û polîsên Rûsyayê destnîşan kiriye ku teqîn li hin odeyên Fakulteya Polytechnic li bajarê Kerch ê rojavayê Qirimê yê Rûsyayê pêk hatiye û gelek qurbanî çêbûne.

Rûsya Today jî îdia kir ku sedema bûyerê ew e ku cerekî gazê teqiyaye û tîmên destwerdana lezgîn li cihê bûyerê kar dikin.

(jo)