Steffan de Mistura dê serdana Şamê bike

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan de Mistura roja 23`yê Cotmehê ji bo nîqaşkirina komîteya destûrî ya Sûriyeyê dê serdana Şamê bike.

Steffan de Mistura dê serdana Şamê bike
17 cotmeh, 2018   11:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên nêzî Staffan de Mistura îro diyar kir ku dê De Mistura 24`ê Cotmehê ji bo nîqaşkirina komîteya destûrî serdana Şamê bike.

30`ê Çileya 2018`an di kongreya Soçiyê de biryar ji aliyê nûnerên rêjîma Sûriye û opozîsyonê ve hate dayîn ku komîteya destûrî li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî were avakirin.

Staffan de Mistura meha Tîrmeha derbasûyî diyar kir ku dê beriya meha Îlonê avakirina komîteyê bi dawî bikin lê ji ber nakokiyan ev yek hate astengkirin.

(bx)