Şûnwarên Efrînê têne dizîn

Artêşa Tirk a dagirker dizîna şûnwarên Efrînê û binpêkirina dîroka şaristaniyan û neteweyan li herêmê didomîne. Çeteyên dewleta Tirk herî dawî li herêm û girên şûnwarî dest bi kolandinê kirin û şûnwarên li wê derê didizin.

Şûnwarên Efrînê têne dizîn
17 cotmeh, 2018   10:38

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin dîrok û şaristaniya Efrînê winda bikin. Çeteyan piştî ku Keleha Nebî Hûrî rûxand, niha jî li hindek deverên şûnwarî dest bi kolandinê kiriye û şûnwaran didizin. Ji wan deveran Girê Endare yê ku bi temamî hatiye rûxandin, Girê Cendirêsê û hindek deverên din ji gundê Meydan Ekbes û Elbîske yên navçeya Raco ne.

Piraniya wan deveran di lîsteya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî a Perwerde û Fêrkirina Zanist û Çandê (UNESCO) de qeydkirî ne.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ajansa me ANHA`yê bi dest xistin, çeteyên dagirker li Girê Holbiye yê navçeya Şera bi rêya trêksan dest bi kolandinê kiriye û ji ber wê gir tê rûxandin. Her wiha çeteyan berê xwe da girê bajarokê Meydankê yê rojavayê navçeya Şera û li wê derê dest bi kolandinê kiriye û gir hatiye rûxandin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Keleha Nebî Hûrî kolan û dizîna şûnwaran didomînin.

Li gorî çavkaniyekî teqez kir ku çeteyan xwe di mala welatiyê bi navê Ridwan Reşîd Mistefa Koşan de ya li gundê Şêx Kîlo yê navçeya Mabata bi cih kiriye û her sibe ji wê derê berê xwe didin cihên şûnwarî li navçeya Mabata da ku dest bi lêkolîna li ser şûnwar û zêran bikin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku di girê di navbera gundê Mareta û Babilît ên girêdayî bajarê Efrînê de lêkolîn li ser şûnwaran kirin û dizîn, gir bi temamî rûxandin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li kantona Efrînê operasyona dizîna şûnwaran ber bi Tirkiyeyê ve dest pê kirine da ku çanda neteweyan binpê bikin û li beramberî vê yekê hemû hêzên navneteweyî bê deng in.

(bx)

ANHA