'Divê şêniyên Efrînê bi lîstokên dagirker û çeteyan neyên xapandin'

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mistefa Hesen hişyarî da şêniyên  Efrînê ku bi lîstokên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê neyên xapandin. Bi taybet der barê mijara qeydkirin û belgekirina milkan de.

'Divê şêniyên Efrînê bi lîstokên dagirker û çeteyan neyên xapandin'
17 cotmeh, 2018   10:32

XANDÎ ELO / ŞEHBA

Qaşo Meclisa Hundirîn a Efrînê ku ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve li Efrînê hatiye damezirandin, di daxuyaniyeke xwe de bang li şêniyên  Efrînê dike ku serdana buroya belgekirina milkan  a girêdayî wan bikin û belgeyên xwe yên milkên wan li ba buroya wan biçespînin.

Komên çete bi rêya van daxuyanî û agahdariyên xwe hewl didin zevî û milkên  şêniyên  Efrînê yên hatine koçberkirin desteser bikin. Komên çete ji şêniyan dixwazin ku xizmên wan ên hatine koçberkirin tomareke deng ji wan re bişînin da ku radestî meclisê bikin û ew jî ji aliyê xwe ve van zeviyan desteser bike û nehêlin xizmên Efrîniyên koçber hilberîna wan wergirin.

Girêdayî mijarê hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mistefa Hesen diyar kir ku ev tedbîrên dagirkeran desteserkirina hilberîna zeytûnan û zeviyên şêniyên  hatine koçberkirin, armanc dikin.

Hesen di axaftina xwe de bang li şêniyên  Efrînê kir ku bi van lîstokên "Meclisa Hundirîn" a girêdayî komên çete neyên xapandin û tu carî ji îdiayên wan bawer nekin û wiha dewam kir:”Eger şênî belgeyên xwe radestî wan bikin ew jî dikarin serbest destdirêjiyên li zevî û milkên şêniyan bikin û komên çete dê van zevî û milkan  bikirin û şêniyan  neçar bikin ku dest ji van zeviyên xwe berdin û dê radestî malbatên çeteyan bikin.”

Hesen da zanîn ku di Konferansa Rizgarkirina Efrînê de biryar hate dayîn ku hemû xebatên kirîn û firotina zevî û milkên di dema dagirkeriyê de neyên naskirin. Hesen di dawiya axaftina xwe de ji şêniyan xwest ku tu belgeyan der barê zevî û milkên xwe de ji xizmên xwe yên li Efrînê re neşînin û bi van lîstokên dagirkeran neyên xapandin.

ANHA