Li Rojhilatê Kurdistanê erdhej

Li Qesra Şîrîn a bi ser eyaleta Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê erd bi hêza 4.9'an hejiya.

Li Rojhilatê Kurdistanê erdhej
17 cotmeh, 2018   10:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Hate diyarkirin ku erhej di saet saet 06:47'an çêbûye. Ji ber erdhejê kesek nemiriye.

Li Kirmanşanê ji Tîrmehê ve gelek caran erd hejiya. 1'ê Cotmehê li navçeya Taze Ebadê ya Kirmanşanê bi hêza 4.5'an dîsa erd hejiya bû.

Her wiha 26'ê Tebaxê li herêma Kirmanşanê li 6 kîlometre binê erdê bi hêza 6.1'ê erd hejiya bû bi kêmanî 2 kes miribûn, 230 kes birîndar bûbûn.

Erdheja herî giran jî par çêbûbû û şopên wê hê jî mane. 12'ê Mijdara 2017'an li Kirmanşanê bi hêza 7.3 dîsa erd hejiya bû, 620 kes miribûn û 8.500 kes birîndar bûbûn.