Di navbera hêzên Îsraîlê û tevgera Hemas de şer çêbû

Li Xezayê di navbera hêzên Îsraîlê û tevgera Hemas de şer derket. Di encama wê de welatiyekî Filistînê jiyana xwe ji dest da û 23 welatiyên din jî birîndar bûn.

Di navbera hêzên Îsraîlê û tevgera Hemas de şer çêbû
17 cotmeh, 2018   09:57

XEZA

Li gorî nûçegihanê ajansa me ANHA`yê li Xezayê diyar kir ku Tevgera Hemas ji şevê din ve moşek ber bi maleke li Bîr El-Sebe ve avêtin û di encama wê de jin û mêrek birîndar bûn.

Nûçegihanê me diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê 6 cihên cuda yên herêma El-Bedewiye ya bakurê Xezayê kir hedef. Di encama wê de welatiyê bi navê Nacî El-Zaanîn (25) jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku heta niha 21 kes birîndar bûne 4 ji wan di encama topbarana li ser parêzgeha Refih a başûrê Xezayê û 3 jî di encama topbaran li ser bakurê Xezayê birîndar bûne.

Her wiha balafirên şer 3 cihên ji parêzgeha Dêr El-Beleh topbaran kir û di encama wê de 14 ji wan 6 xwendekar birîndar bûn.

Her wiha xwendekarên rojavayê bajêr ji ber bombebarana balafirên şer ên Îsraîlê dev ji dibistanên xwe berda.

(bx)

ANHA